Jinên ji ber piştevanî dabûn girtiyan hatibûn girtin, hatin berdan

Jinên ku bi hiceta çûne hevdîtina girtiyên li girtîgehan û pere û name ji wan re şandine hatibûn girtin bi awayekê ku girtî bên darizandin hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Îdianameya derbarê Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul û jinên din ên ku ji ber di 31’ê Çileyê de li Îzmîrê çûye hevdîtina girtiyên li girtîgehê û pere û name şandiye bi îdiaya ‘ji rêxistinê re pêkanîna fînansê’ hatibû girtin, hat qebûlkirin.

Piştî qebûlkirina îdianameyê derbarê jinan de biryara bereatê hat dayîn. Dadgeh biryar da ku Dîdar Gul bi awayekê ne girtî were darizandin.

Berdevka Giştî ya Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara ya ku bi heman îdiayan di 29’ê Sibatê de hatibû girtin, duh hatibû berdan.