Jinên Idlibê: Cenazeyên me li gorên komî tên veşartin

Jinên li Idlibê ku erdhej lê bû sedema hilweşînan, di dema erdhejê de tiştên ku jiyan kirine bi gotina “Me kêliyên karesatê jiyan kirin” anîn ziman. Jinan dan zanîn ku cenaze li gorên komî tên veşartin.

LÎNA HATÎP

Idlib – Erdheja ku navaneda wê Mereş ku bi pileya 7.7 û 7.6 pêkhatî li Bakûr, Rovaja û Sûriyê li gelek bajar bû sedemên gelek ziyanê canî, malî û windahî. Yek ji wan cihên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne Idlib a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ye. Jinên Idlibê di kêliyên ku erehej çêbûyî tiştên ku jiyan kirine ji ajansa me re vegotin.

‘Avahî tevî kesên tê de hilweşiya’

Halima Al-Saud ya 32 salî ji bajarokê Khan Al-Sabil ye û koçî bajarê Al-Dana bûne, di kêliyên eredhejê de bi çar zarokên xwe re ji bo ji mal derbikevin bi demê re ketibû pêşbaziyê û ew kêlî wiha got: “Dema ku mal hejiyayî, ez bi tirs ji xew şiyar bûm, min zarokên xwe rakir û min xwest ji malê derbikevim. Em ji avahiyê dûr ketim, avahî bi kesên ku tê de bû hilweşiya, ew kêlî gelek karesat bû, hîna ez şoka wê jiyan dikim.”

Zarokên xwe di erdhejê de winda kir

Li bajarê Idlibê Dalia Al-Sweis ya 25 salî û gelek jinên din dema ku razayin di encama hilweşandina mala wan de zarokên xwe winda kiriye û wiha got: “Dema ku em di mal de razay bûn erd hejiya û em ji bin kavilan hatin derxistin, kurê min yê 5 salî Zeyd û keça min ya 8 salî Maram min winda kir. Di bin kavilan de min dengê keça xwe bihîst û piştre ew deng jî qût bû ez bê çare mam. Ez nizanim miriye yan ne, min nekarî tiştekê bikim. Zarokên min jî bi yên din yê di erdhejê re di gorên komî de hatin veşartin.”

‘Em ji hilweşandina avahiyan gelek ditirsin’

Amerah Al-Manna 54 salî ji bajarê Seakib koçî bajarê Saramada bûye da zanîn ku dema ku avahiya 4 qat hilweşiyayî ciranên xwe winda kiriye û wiha got: “Li Bakûrê Idlibê bi dehan mirî û birindar hene, li hemû cihan karesat û hilweşandin heye, em ditisin avahî hilweşin, ji ber vê yekê jî li rûxmê sermayê em li ji derve û di çadiran de dimînin.”

‘Ji bo zarokan tiştek nekirin gelek zor e’

Hemşîreya 29 salî ya ji Idlibê Hadeel Al-Asfar ji bo bîrandaran tedawî bike alikariya yekem dike û beşdarî timên rizgariyê buye û wiha got: “Di nava baran û hewaya sar de bi amûrên hêsan karûbarên kolanê kirin. Li nexweşxaneyê ranzên nexweşan ji birindaran tejî bûye. Bijîjk jî ji bo birindaran tedawî bikin, belavî hemû aliyan bûne. Tişta ku herî bi êş qêrînên zarokan yên alîkarî xwestinê û di vê rewşê de neditina rêyekê ye.”