Jinên hevberdanê kirine li Idlibê rastî zextên civakî tên

Zexta civakî ya jinên hevberdayî li Idliba ku di bin dagirkeriya çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk de ye, rastîya şer û dagirkeriyê radixîne ber çavan.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Jinên li Idliba ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên giradayî wî Heyet Tahrir El- Şam (HTŞ)  de ye jiyana wan ên zehmet bi tekoşînê derbas dibe. Bi taybet jinên hevberdanê kirine hem ji aliyê zexta civakî hem jî di şert û mercên jiyanê de zehmetî dikşînin. Jinan ji bo ji vê rewşê rizgar bibin li rêyên çareseriyê digerin.

Alia Al-Hamûd  ya 29 salî ku  yek ji wan jinan e got: “Piştî ku min dev ji hevjînê xwe berda û ji zextî wî xelas bûm min xeyal kir ku dê jiyana min hîn hêsantir bibe.” Aliya El-Hemûd diyar kir ku malbata wê di mala xwe ya li bajarokê Maarat Misrîn a bakurê Idlibê de dijîn û wiha berdevam kir: “Ji ber zext û tundiyê min dev ji hevjînê xwe berda û min biryar da ku ez bi du zarokên xwe ve biçim gel malbata xwe.” Alia Al-Hamûd diyar kir ku piştî 2 mehên hevberdanê malbata wê berpirsyartiya 2 zarokên wê negirtine ser xwe û neçar maye ku zarokan bişîne cem bavê wan. Alia Al-Hamûd destnîşan kir ku ji bo jinên hevberdayî di nav malê de jiyankirin zehmet e û bi taybet ji aliyê birayên xwe ve rastî astengiyan tê û got ku hertim ji aliyên mêran ce rastî tacîzê tê.

‘Yekane çareserî xweserbûna min bû’

Salma Al-Kreîdî a 31 salî ku li navçeya Sarma ya bakurê Idlibê dijî diyar kir ku dev ji hevjînê xwe berdaye û ji ber vê sedemê jî malbat wê qabûl nake. Salma Al-Kreîdî wiha behsa zehmetiyên xwe kir: “Ez ji rêwîtiyeke zewacê ya têkçûyî vegeriyam û piştî jiyaneke tijî êş û pirsgirêk vegeriyam cem malbata xwe. Hewil dan min bi zorê vegerinîn cem malabata hevjînê min. Dema ku min ev red kir min sucdar kirin û ji zewaca ne serkeftî min berpirsiyar dîtin. Ji ber vê yekê min fem kir ku yekane çareserî xweserbûna min e. Ez li kar digerim, ez ji meyzekirina zarokên xwe berpirsiyar im. Di zeviyên çandiniyê de dixebitim û tiştên plastîk û alûmînyûm berhev ji bo ku alîkariya malbata xwe bikim.”

Salma Al-Kreîdî wiha gotina xwe domand: “Di van şert û mercan de pêwîstiya jinan bi desteka madî û manewî heye, da ku bikaribin jiyana xwe ji nû ve saz bikin û li ser piyan bisekinin. Ji br vê jî pêdîvî di alîkariya malbata xwe de dibînin.”

Ohood El-Hakûra ya 22 salî  ku ji bajarokê Xan Şêxûnê xwe spartiye Kampa Killî ya li bakurê Idlibê, diyar kir ku mêrê ku pê re zewicîbû dema çû Almanyayê hevberdaye û bavê e wê bi zorê daye zewicandin. Ohood El-Hakûra diyar kir ku 4 zarokên wê hene lê bavê wê bi zorê ew bi pismamê xwe re zewicandiye.

'Pêdiviya zêdetir bi çalakiyên hişyariyê heye'

Xebatkara Civakî Maram El-Hessûn zehmetiyên jinên hevberdayî yên li Idlibê ya di bin dagirkeriya HTŞ’ê de dijîn wiha dinirxîne: “Civak bi hestiyar nêzî jinên hevberdayî nabin. Nêrîna civakê ya li ser jinên hevberdayî xerab e, neyînî ye û neheqiyeke mezin di xwe de dihewîne. Ji bo fêrbûna pîşeyên bi rêya çêkirina projeyên dahatî û alîkariya wan ên guncaw, divê rê li ber zêdekirina xwebawerî û pêşxistina şarezayên jinên hevberdayî bête dîtin.” Maram El-Hessûn di dawî de  teqez kir ku ji bo şikandina pêşîdarazên neyînî ya li hember jinên hevberdayî di civakê de û pêkanîna wekhevî û edaletê, divê zêdetir çalakiyên hişyarkirinê bên kirin.