Jinên Helebê: Êrîşa ser Başûrê Kurdistanê li ser tevahî Kurda ne
Welatiyên Helebê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin Jinên Helebê yên duh tevlî meşê bûn diyar kirin ku divê her kes di ferqa metirsiya êrîşên ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin de bin û ji bo rawestandina êrîşan xwedî helwest bin.
Jinên Helebê yên duh tevlî meşê bûn diyar kirin ku divê her kes di ferqa metirsiya êrîşên ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin de bin û ji bo rawestandina êrîşan xwedî helwest bin.
Heleb – Duh êvarî welatiyên bajarê Helebê bi meşekê girseyî êrîşên dewleta tirk li dijî axa başurê Kurdistanê şermezar kirin. Piştî meşê ji Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Silêman li ser sedema weke gelê Helebê ew rabûne ser lingan axivî.
"Parastina axê erka herkesî ye"
Hêvîn Silêman diyar kir ku ger bêdengî li hember êrîşan berdewam bike wê rê li ber komkujiyên mezin bê vekirin û got: "Di destpêkê de em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bejina xwe li beramber wan ditewînin. Meha gulanê meha şehîdan e û ji bo gelê kurd mehek pîroz e. Îro li dijî axa Başurê Kurdistanê êrîşek hovane heye û parastina axa xwe erka her kesi ye. Ev êrîşa ku pêk tê tiliya dewletên navneteweyî jî heye. Her wiha armanca dewleta tirk ji van êrîşan ewe ku dagirkeriya xwe berfireh bike. Em cardin bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku rê li ber van êrêşan û qirkirina gelan bigirin. Ger bêdengî wiha berdewam bike wê komkujiyên mezin werin jiyîn."
"Berxwedana şervanan silav dikin"
Mewlûde Silêman ya tevlî meşê bû êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê şermezar kir û ev tişt got: "Em ji bo êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê li qadan in. Em berxwedana şervanên azadiyê ya li hember dagirkeriyê pîroz dikin. Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ewe gelê kurd tune bike. Em jî ji dewleta tirk re dibêjin em ê her derê ku kurd dijîn li hember êrîşên we li ser piyan bin. Xeyalên her kurdekî ewe ku axa Kurdistanê azad bibîne û em ê wê xeyalê vegerînin rastiyê. Divê gelê Başurê Kurdistanê jî li ser piyan bin û bertekên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk nîşan bidin."
"Bi yekitiyê êrîşan vala derbixîn"
Valentîna Ebdo jî da zanîn li hemberî êrîşên ser Başurê Kurdistanê pîwîstî bi yekîtiyê heye, hewcye ji her demê zêdetir di vê pêvajoyê de Kurd yekîtiya xwe xurt bikin û wiha pê de çû: "Êrîşa ku niha li dijî axa Başurê Kurdistanê, êrîşa li hember nirxên Kurdistanê ye.Dewleta tirk ev bi salane êrîşî destkeftî û hebûna kurdan dike. Divê gelê kurd li hember pilan û komployan yekîtiya xwe xurt bikin. Em çawa ku li Garê bi serketin, em ê bi wê ruhê li herderê ku dagirker êrîş dikin serbikevin. Gelê Kurd tucaran teslîmkariyê qebûl nake, ji dîrokê bigire heta niha berxwedaniya gelê kurd dewam dike. Em bi gel û hêza xwe hene, tu dagirker nikare me ji hev qut bike."