Jinên Filistînî li Xezayê bi êşên bêdawî re rûbibirû dimînin

Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha ji ber êrişên Îsraîlê jinên Filistînî bi mirin, windabûn, dorpêç û zehmetiyên jiyanî re rûbirû dimînin.

NEXEM KARACA

Xeza – Li bajarekî de ku rûbera wî 360 km. derbas nake, 10 meh in şer berdewam dike. Li Xezaya ku bi mehan e di bin êrişên Îsraîlê de ye, jinên Filistînî jiyana bi êş dijîn û di navbera êş û berxwedan, windakirina hezkiriyên xwe, girtin, rûxandin û dorpêçê de mane. Rojane bi her cure bûyerên xirab re rûbirû dimînin. Şahînaz Menaa ya ku yek ji zarokên xwe winda kiriye û yê din jî hatiye girtin, ji me re behsa jiyana jinên Filistînê kir.

Di kêliyekê de kurê xwe winda kir

Şehînaz Menaa got: "Di Adara borî de kurê min ji min xwest ez li şûna wî li dikana wî ya biçûk rûnêm ji bo hinek diyariyan bîne û di roja dayikan de bifroşe. Ez rûniştim û bi seatan li benda wî mam lê venegeriya. Min hîs kir ku tiştekî nebaş rûdaye, ji ber ku hestên dayikan rast in. Ew dîtin bû cara dawî ji bo dîtina kurê min."

Demjimêr derbas dibûn û Şehînaz li hêviya kurê xwe bû lê êdî sebra wê nemabû. Li her derê lê dipirsî heta ku rewşa bi êş hîn bû. Şehînaz Menaa got: "Her kes dizanibû miriye ji bilî min, ji min re gotin ew hatiye kuştin û darbesta wî ya tijî xwîn ji min re anîn. Min nizanibû di wan seatan de çi çêdibe. Di dilê min de tofan radibûn."

Kurê wê yê din jî hat girtin

Şehînaz Menaa anî ziman ku paşê kurê wê yê dûyemîn jî hatiye girtin û wiha qal kir: "Kurê min ê din bêyî ku sedem were diyarkirin hat girtin. Jinên Filistînî zarokan tînin û hemû jiyana xwe ji bo xwedîkirina wan derbas dikin lê di çend kêliyan zarokên wan tên kuştin. Tu êş mîna êşa ku Filistînî dikşînin tune ye. Her deqe ez digrîm. Hişê min kêm bûye. Ji tişta çêbûye bawer nakim. Çima divê em van azaran bikşînin? Me çi sûcî kiriye?"

Jiyana bi tenê û êşên bêdawî

Şehînaz Menaa li herêmeke dûr ku xizmetên sereke lê peyda nabin dijî. Piştî ku mala wê li Bakurê Xezayê ji ber şer hat rûxandin neçar ma li cihekî wiha bijî. Ew niha tenê di odeyeke biçûk de dijî ji bo parastina xwe bike û di rewşeke ku ji hemû derfetên jiyanê bêpar de ye dijî.

Ji ber ku kesek tune ye wê xwedî bike, bi tena serê xwe li vê jiyana zehmet dijî. Windabûna hevjîn û zarokan wê bê palpişt hiştiye. Tu bijarde li pêşiya wê nemane ji bilî xwedîkirina xwe û debara jiyana xwe ya rojane. Bi berdewamkirina şer re rewş xirabtir dibe. Pêdiviyên sereke qut dibin û jiyan bi êştir dibe.

Şehînaz diyar dike ku ji bo neçarî parsê nemîne dest bi firotina avê kiriye û wiha dibêje: "Ez naxwazin li ser milên tu kesê bibim bar. Ez avê difroşim ji bo tişta ji min re pêwîst e bikirim. Em ji bo jiyana xwe berdewam bikin têdikoşin."

Tenê riya berxwendanê maye

Di demeke ku şer berdewam dike de jinên Filistînî berxwedan û têkoşînê hilbijartine. Ew berpirsyariyên giran li ser milên xwe digrin û rojane bi gelek bûyerên windabûnê re rûbirû dimînin.

Şehînaz Menaa di dawiyê de got: "Em ê ji bo zarokên xwe her dem bijîn û têbikoşin. Em ê jiyana hêjayî jiyînê ji nû ve biafirînin."