Jinên Filistînê ji bo piştevaniya jinên girtî xwepêşandan kirin

Komek jinên Filistînê ji bo piştgiriya girtiyên jin ên Filistînî li ber Girtîgeha Damûn a Ramallahê beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Navenda Nûçeyan - Jinên Filistînî yên ku di çarçoveya kampanya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de li ber Girtîgeha Damûn a Ramallahê bi boneya piştevaniya jinên girtî çalakî li dar xistin. Jinan di çalakiyê de pankartên ku navê 39 jinên dîl hatin girtin nivîsandî hildan û daxwaza azadiya wan kirin.
"Ji Hemû Jinan re Azadî"
Di çalakiya ku bi dirûşmeya "Ji Hemû Jinan re Azadî" destpê kir de beşdaran peyamên piştgiriyê dan û peyamyên ku mafê wan tekez dike ji girtiyên jin re şandin.
"Eger gel jiyan bixwaze, divê qeder bersivê bide"
Beriya ku polîsên Îsraîlî jinên xwepêşander ji hev qut bikin û ji deriyê girtîgehê derxînin, girtiyên jin ên ku banga xwepêşanderan bihîstin dirûşmeyên, "Eger gel jiyan bixwaze, divê qeder bersivê bide" berz kirin.
Di Tebaxa borî de Komîteya Girtiyên Filistînê diyar kiribû ku 39 girtiyên jin di girtîgeha Damûn de ne û di şert û mercên giran ên girtîgehê de tên girtin. Polîtîkayên tinekirin û îstîsmarê yên li dijî girtiyên jin berdewam dikin. Weke polîtîkaya îhmalkariya bi zanebûn a derman nekirina girtiyên nexweş û şopandina qada El-Fura di girtîgeha Damûn bi kamerayan, ku ev jî nepeniya wan binpê dike û tevgera wan asteng dike. Zêdebarî desteserkirina pirtûkên pirtûkxaneya girtîgehê û astengkirina hevdîtinan e.