‘Jinên Filistînê dikarin guhertinên bingehîn di civakê de çêbikin’

Huda Naîm, diyar kir ku divê tevlîbûna jinên Filistînî ya di pêvajoyên biryardayînê de bê berfirehkirin û got: "Jinên Filistînî dikarin di civakê de guherînên radîkal pêş bixin û gelek rolên serokatiyê bigirin ser xwe."

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Seroka Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Huda Naîm rewşa jinên Filistînî yên di qada civakî, siyasî û qadên cuda yên jiyanê de nirxand. Huda Naîm anî ziman ku di mekanîzmayên biryardayînê de tevlîbûna jinan pêşketiye û ev yek bi îrade û îradeya jinan pêk hatiye û got, “Ji ber ku jin li ser rêya rast in. Wan dest bi zêdekirina beşdarbûna xwe û wergirtina helwestên biryardanê kirin, bi taybetî di rewşên dijwar de.”

‘Jin ji ber qeydên malbatî û eşîrtî tevlî siyasetê nabin’

Huda Nayim wiha gotinên xwe domand: “Jinên Filistînî di warê siyasî de bi pêş dikevin lê pir hêdî ye ev yek. Hejmara rastîn a beşdariya jinan di warî zagonî, dadgeh û qadên giştî de diyar dike ku pêşketinek di tevgera giştî de heye. Astengiyên li pêş jinan girêdayî xwezaya karên siyasî û giştî ne. Ji ber ku heta astekê ew bi nakok in, ji bo rêveberên jin bi hêz derkevin divê jinên ciwan girîngiyê bidin warê siyasî. Di asta duyem de jî astengî di bingeha civakî û çandî de hene. Li gorî wan jin nabe ku karên giştî de hebin lewre ji ber qeydên malbatî û eşîrtî jin baş tevli partiyan nabin. Civaka Filistînê namzediya jinan di meclisên şaredarî û gundan de red kir, tevî hemû destkeftiyên jinan jî bi nêrîna mêran û hişmendiya mêrsalarî rola wan tê paşguhxistin.”

‘Jinên Fîlîstînî hebûna xwe îsbat kirine’

Huda Nayim di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku civak nêrîn û qeydên xwe li ser jinan ferz dike. Li gorî civakê di hilbijartinan de nabe jin bibin namzed û got: “Jinên Filistînî tevî hemû astengiyên li pêşiya wan derketine jî bi xebatê, hebûna xwe îsbat kirine. Li aliyekî din jinan destkeftiyek di têkoşînê de û beşdariya xwe ya di nava siyasetê de pêk anîne, ev jî di hebûna wan a di gera meclisê de diyar bû, rêjeya nûnertiya jinan gihîşt ji %25. Di salên dawî de bi navê kotaya jinan rêjeya wê di karên siyasî de hat dayîn û gihîşt ji %30 lê mixabin zagon nayên bicihanîn. Ji bo rewş baştir bibe divê jin bêhtir têbikoşin û xwe bi pêş bixin îsbat bikin. Jin dikarin bi hemû rolên xwe rabin. Têkoşîna jinan parçeyek ji şoreş û berxwedana civaka wan e.”

‘Jinên Filistînê dikarin guhertinên bingehîn di civakê de çêbikin’

Huda Nayim di dawiya axaftina xwe de der barê ezmûna xwe ya siyasî de jî wiha got: “Ez bi beşdarbûna xwe ya siyasetê şanaz im. Rastî astengiyên girêdayî mîrata çandî ku hevalên min û derdora min pê kar dikin hatim lê min ew derbas kirin. Niha erka sekreterê giştî li Şerîdayê dikim û seroka komîteya çavdêriya mafên mirovan im.  Ez hêvî dikim bigihîjim gelek cihên rêveberiyê û mafên jinan bixim bin temînatê ji ber ku jinên Filistînî afrîner in û dikarin guhertinên bingehîn di civakê de çêbikin. Hêvî dikim ku li ser bingeha wekheviyê di navbera hemû endamên civakê de beşdariya jinan di warê siyasî û di hemû warên cuda de xurt bibe û prensîbên dadweriyê bi cih bên. Her wiha beşdariya jinan di navendên biryardayînê de zêde bibe tevli partiyan bibin û di di nava biryara siyasî de hevkar bin.”