Jinên Filistinê behsa tundîtûjiya aborî kirin

Li Filistînê jinên ku dixebitin, rastî tundîtûjiya fizîkî tên. Jinan diyar kirin ku hişmendiya pêşxistina civakê weke şert dibînin û ji bo vê jî divê têkoşîneke hevpar were kirin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Jin di xebatê de rastî gelek zorî û zehmetiyan tên, zehmetiyên weke pereyê kêm, xebata zêde, tacîza mobîng û zexta civakê tenê hinek ji van zehmetiyan in. Di civaka mêrsalariyê de, li kêleka van pirsgirêkan, jin ji mêrê ku pê re zewicîne jî her wiha bav, bira yên ku pê re dijîn rastî zext, xesb û tundîtûjiyê dibînin.

Jinên ku li Xezayê dixebitin, mêrên nêzî wan mûçeyên wa xesb dikin, tundîtûjiya fizîkî û aborî pêk tînin. Lêkolîner ku di derbarê pirsgirêkên jinan de lêkolîn dikin rastî van pirsgirêkan tên diyar kirin ku divê têkoşînek hevbeş were meşandin.

Rastî tundîtûjiya bavê xwe hat

Fatimah Muhammed diyar kir ku êdî nikare xwe li ber tundîtûjiya bavê xwe bigre û qebûl kiriye ku pereyê xwe bide wî, tiştên jiyane wiha got: “Tu cihekî min ê ku ez biçûma tunebû, min ji bo xwe hinek pere kom kir û qebûl kir ku pereyê xwe yê din bidim bavê xwe. Hemû xeyalên min têk çûn û em birçîbûn, xwişk û birayên min ên ku xizanî dikişandin xwarinek sererast nedixwarin. Yên ku ev yek jiyan ne tenê ez im, ez dizanim gelek jinên di rewaş min de hene. Piraniya wan bêdeng mane ez dizanim eve pirsgirêkê çareser nake.”

Hevjînê wê dest danî ser hemû perê wê

Aya Alî ji zanîngehê lîsansê qedandiye ji jinên ku rastî tundîtûjiya hevjînê xwe hatine ye û wiha got: “Hevjînê min dest danî ser pereyê min û rê neda ku bi qerta xwe ya ATM ez pere bikşînim, zorî li min kir ku em hesabê hevpar vekin. Hemû pereyê min xist hesabê xwe û tiştek nema ji min re. Rojekê min nerazîbûna xwe diyar kir min got ger nede ez ê wî berdim, malbata wî ji vê rewşê bê xeber bû. Hevjînê min ji ber vê yekê ji bo ez dest ji vê yeke berdim hemû tiştên min gotin pejirand. Piştî demekê dest bi gef, heqaret û tundîtûjiya li beramberî zarokên min kir. Ez jî vegeriyam destpêkê û min tiştên ku dixwest pejirand.”

‘Divê zagonên nû derbixin’

Lêkolîner Tamara Al-Haddad destnîşan kir ku di civaka Filistînê de hişmendiya tundîtûjiya aborî zêde bûye, rola netewperestiya civakê jiyana jinan sînordar kiriye û wiha got: “Jin piştî ku zanîngehê temam dikin, kar nabînin, li dijî jinan tundîtûjiya aborî tê pêkanîn û jin ji ber vê yeke piranî neçar dimînin dest ji kar berdin. Ger em li lêkolînên ku hatin kirin binêrin derdikeve holê ku jin bi xercek kêm kar dikin. Ji bo di zanîngehan de hişmendiya civakê were avakirin divê perwerde werin dayîn. Divê nêzikatiyên li hemberî jinan werin guhertin. Xwendekar, rêxistinên civaka sivîl, medya û bi nevendên jinan re xebatek hevbeş were meşandin. Divê zagonên nû yên ku mafên jinan ên aborî biparêzin werin derxistin.”

‘Divê jin li dijî tundîtûjiyê werin hişyarkirin’

 Rêveber Haneen Al-Sammak bi bîr xist ku jinên Filistînê di nava tundîtûjiyê de ne, li dijî bêkariyê cihên rêveberiyê vekirine û biryar dane beşdarî aboriyê bibin û wiha got: “Min gelek serkeftin bi dest xist. Jin ji qada aboriyê tên dûrxistin, rê nayê dayîn di wê qadê de bi pêş bikevin. Ew projeyên ku min xistîn meriyetê min rê neda di vê qadê de hevjîn û birayê min bi rê ve bibin. Min gelek zorî kişandin. Jinên Filistînê dema ku rastî tundîtûjiyê tên nizanin wê gilî li ku bikin û serlêdana ku derê bikin. Ji ber vê jî divê xebat werin meşandin, divê jin li dijî tundîtûjiyê werin hişyarkirin û alîkarî ji wan re were dayîn.”