Jinên Ereb ên li Şengalê: Rêber Apo riya jiyana azad da me
Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakiyên li Şengalê didomin, li gûndê Hesawîk a Ereban ya li Şengalê semînerek hat dayîn. Jinên ku beşdarî semînerê bûn gotin, “Rêber Apo riya jiyana azad da me.”
Şengal – Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li gundê Hesawîk a herêma Ereba li Şengalê, ji aliyê Meclisa Jin a Herêma Ereba ve bi boneya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Abdullah Ocelan, semînerek hate li darxistin.
Semînera bi bi beşdariya jinên Ereb ên li Şengalê hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre li ser naskirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civaka Ereb de, girîngiya fikrê Neteweya Demokratîk ji bo pêkve jiyana gelên li herêmê, ji aliyê Endama Meclîsa Jin a Herêma Ereb Zuheyer Ehmed ve axaftin hate kirin.
Jinên ku di semînerê de hazir bûn derbarê semînerê û mijarên li ser hatiye rawestin de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Bi saya fikrên wî em ketin nav lêgerîna jiyana azad’
Dinya Ebid a yek ji jinên Ereb e ku beşdarî semînerê bûye wiha got: "Di serî de em vê rojê li Rêberê mirovahiyê pîroz dikin, em hêvî dikin ku sala were bi Rêbertî re vê rojê pîroz bikin. Bi saya fikir û ramanê Rêber Apo de em li hev kom bûne û ketina nava lêgerîna jiyaneke azad. Ê ku ev jiyana azad û bedew daye me Rêbertî ye.”
Dinya Ebid di nava axaftinên xwe de bal kişand ser guhartinên ku piştî naskirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kesayeta jinê de çêbuye û wiha axaftinên xwe dom kir: "Yê ku jin pêş de bir Rêber Apo bû, yê ku jin ji bin koletiyê rizgar kir jî Rêbertî bû. Ne tenê ev yek, Rêbertî ji bo me azadî jî da û em bê vê yekê gelek kêfxweş in û serfiraz in. Ger Rêbertî ev jiyana azad ji bo me nedaba em tu carî ji bin vê koletiyê dernediketin."
‘Em azadiya Rêberê xwe dixwezin’
Fatma Îbrahîm Xelef jî derbarê vê roja pîroz de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di serî de em vê rojê li Dayê Uweyş û Rêberê xwe pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Rêberê me êdî ji girtîgehê derkeve, ji ber yê ku ji me re jiyan daye Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo me her tişt e û em azadiya Rêberê xwe dixwezin."
Di semînerê de bal li ser azadiya Rêber Ocalan hat kişandin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê hat bilêvkirin.
Semîner bi dirûşmeyan bi dawî bû.