Jinên Ereb ên Şengalê pakrewanên komkujiya Parîsê bibîr anîn

Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê bi boneya 11’emîn salvegera Yekemîn Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn.

Şengal – Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê bi boneya 11’emîn salvegera Yekemîn Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di komkujiyê de hatin qetilkirin bibîr anîn.

Bîranîn bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir û li ser jiyan û têkoşîna her sê pêşengên têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sînevîzyonek hat temaşekirin.

Paşê berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatme Mistafa axivî. Fatme Mistafa wiha got: “Yên ku pêşengtî ji me re kirin her sê pêşengên bûn. Pêwîste em weke jin xwedî li vê mîrasa kû ji me re hiştine derkevin.” Fatme Mistafa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Heval Sara yekemîn jin e ku di nava tekoşîna azadiyê de cihê xwe girt. Ji bo hemû jinan riya azadiyê nîşan da û rê li ber beşdarbûna jinan ya di nava tekoşînê de vekir. Em weke jin deyndarên keda heval Sara ne, ji bo wê erka me ya sereke xwedî li keda heval Sara, Ronahî û Rojbîn derketin e.”

‘Me ji Sara cesaretê girt’

Ji pêkhateya Ereb Yaz Salim a di çalakiya bibîr anînê de amade bû wiha got: “Heval Sara jinek e berxwedêr bû her dem ji bo xwe riya tekoşîn û berxwedanê esas digirt. Tu caran ji bo xwe teslîmiyet qebûl nekir û serî li ber dijmin ne tewand.”

Zuhur Ehmed jî wiha got: “Me weki jin ji heval Sara cesaretekî mezin girt û wisa me berê xwe daye nava xebatan. Em minetdarên heval Sara ne ji ber yê rê li ber me vekir heval Sara bû.”