Jinên Efrînî: Li dijî dagirkeriyê wê berxwedana me bidome

Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne diyar kirin ku li Efrînê rewş xirabtir bûye û gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kiryarên hov dikin, bi taybetî di mewsima zeytûnan de li ser gel dayîna pere bidin wan.”

HESNA MIHEMED

Şehba - Bi dagirkirina herêma Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de ji hêla dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve, gelê ku li cihên xwe maye bi êrişan re rûbirû dimînin. Kiryarên hov û yên herî xirab li ser wan û xwezaya herêmê didin meşandin, bi taybetî li ser jinan. Rojane maldariyên aborî li ser milkên gel ferz dikin her wiha dayîna pereyan li wan ferz dikin, ev jî dihêle ku gel astengiyan bikşîne û yên ku pere jî nedin rastî binçavkirin, lêdan, îşkencekirin û kiryaran tên. Îsal bi hatina mewsima zeytûnan re li Efrîna dagirkirî çeteyan serê her darek zeytûnê diravên bi qasî 8 dolaran ferz kirine û divê gel di demek kurt de jî bide. Li kêleka ferzkirina bacên darayî jî berhemên zeytûnan ji gel bi dara zorê distînin.

'Gel bi ferzkirina bacan re rûbirû dimîne'

Sûzan Oso destnîşan kir ku wê li hemberî desthiladarî û dagirkeriyê têbikoşin û bal kişand ser kiryarên li Efrînê tên meşandin û got: "Em koçberên Efrînê li warê koçberiyê li dijî desthiladarî û dagirkeriyê li ber xwe didin û têdikoşin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên hov li ser gelê me li Efrînê didin meşandin. Armanca sereke ya dijmin şikandin û çewisandina îradeya jinan e loma êrîşî jinan dike. Ev 7 sal in em li hemberî siyaseta wan serî hildidin û dengê azadiyê bilind dikin. Di tevahiya salên dagirkirina Efrînê de di demên mewsima zeytûnan de kiryarên xwe zêdetir dikin, li ser gelê resen, cezayên dayîna pereyan ferz dikin her wiha wan bi îşkenceyan re rû bi rû dihêlin. Êdî asta tehemulê derbas bûye û ev kiryar nayên qebûlkirin loma gel li Efrînê li dijî çeteyan serî hildide. Em jî ji Şehbayê piştevaniya wan dikin ruxmî êrîşên ku li ser me tên kirin. Em ê bi hev re û bi ruhê jinên azad dawî li dagirkeriyê bînin û xaka xwe rizgar bikin, pergala faşîzma dewleta Tirk hilweşînin."

'Li hemberî kiryarên ku tên meşandin cîhan bêdeng e'

Almaz Hiso jî diyar kir ku gelê li Efrînê maye debara xwe bi mewsima zeytûnan dike lê dagirkerî keda wan ji wan distîne û wiha pê de çû: "Kiryar û hovîtiya ku li Efrînê tê kirin, mînaka wê tune ye lê cîhanê xwe bêdeng hiştiye û mafên gel li wê deverê naparêzin. Efrîna bi zeytûnan bi nav û deng e gelê wê seranserê salê xizmeta darên xwe yên zeytûnan dike ji bo ku dema mewsima wan sûdê jê bigrin û debara xwe bikin lê mixabin çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk pereyê zêde li ser darên zeytûnan ferz dikin û keda gel ji xwe re didizin. Her wiha hilberînên mewsimê jî ji wan dibin. Li hemberî van kiryaran gel radibe ser piya û van biryaran qebûl nake. Nerazîbûnên li dijî van kiryaran li gundê Kaxirê jî derketin holê. Dîsa saziyên navneteweyî li hemberî van kiryaran bêdeng mane û xwedî li gel derneketin. Ji ber ku jin koletî û desthiladariyê qebûl nakin her dem rastî îşkence û kiryaran tên, dixwazin rol û hebûna wan di nava civakê de biçewisînin û civakeke li gorî siyasetên xwe ava bikin. Em jî tu car van kiryaran qebûl nakin û berxwedana me, bi berxwedana jinên li Efrînê re wê bidome, heya ku vegera bi rûmet a ji bo Efrînê çêbibe."