Destûr nadin rojnamegera girtî ya Îranî ji kontrola tenduristiyê derbas bibe

Li Îranê rojnamegera girtî Serûnaz Ahmed ji ber destûrê nadin ji kontrola tenduristiyê derbas bibe, ev 28 roj in xwarina dermanan red dike.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Serunaz Ehmed ya di serhildanên "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibû girtin, ji ber destûra kontrola bijîşkî nehatiye dayîn ev 28 roj in di grevê de ye.

Girtiya siyasî ya nexweş rojnamevan û çalakvana mafê zarokan Serunaz Ehmed a li Girtîgeha Evîn a Tehranê tê ragirtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, 28 roj in xwarina dermanên xwe red dike.

Hat diyarkirin ku çalakvanên mafên mirovan, Serunaz Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike. Hate destnîşankirin ku Serunaz Ehmed beriya niha jî di dema êrîşa li ser hucreya jinan a girtîgeha Êvînê de aciz bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Wergervan, çalakvana mafê zarokan û rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibû binçavkirin. Berê de jî bi hinceta "propaxandaya li dijî dewletê" û "kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî" ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.