Jinên Efrînî dixwazin bi azadî vegerin bajarê xwe yê
Jinên koçber ên Efrîna dagirkirî ku li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, daxwaz kirin ku tevî peymanên dikevin meriyetê jî vegera koçberan bi ewle nabe dosya tenê weke mohrek li ser kaxezê maye.

NÛR EL-EHMED
Reqa – Gelek malbatên ji Efrîna dagirkirî, bi tercîheke şexsî vedigerin Efrînê. Malbatên Efrînî yên di wargehên koçberan ên hilweşiyayî de li kantona Tebqayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi taybetî jinan nerazîbûnê nîşanî vê yekê dan.
Kesên vegeriyane, ji ber valahiya ewlehiyê û kontrola çeteyan li ser jiyana li bajarê xwe rastî îstîsmarê hatin. Çeteyan mal û erdên wan dizîne. Ji ber vê yekê heta ku ewlehî neyê misogerkirin û milken wan nedin wan gelek kes naxwazin vegerin.
Di nava dijwariyan de li ber xwe didin
Edlê Bekir qala zehmetî û kêşeyên ku di nava konên koçberiyê de dibînin kir û wiha axivî: "Bi hatina demsala havînê û bilindbûna pileya germahiyê ya zêde re, kon disincirin û mirov nikare tehemul bike. Zarok, kal û pîr nikarin vê rewşê tehemul bikin. Her wiha tunebûna av û elektrîkê li kampê ji êşa penaberan zêdetir kiriye. Ji br ku derfetên kar li kampê nayên dîtin û debara jiyanê dijwar e, min li kampê dest bi karê dirûtinê kiriye û û bi derfetên kêm hewl didim debara xwe bikim. Her wiha ez bi buhayê zêde kar nakim ji ber dijwariya rewşa aborî ya koçberan. Di heman demê de ji ber nebûna elektrîkê makîneya dirûtinê ya destan bikar tînim."
'Kesên ku vedigerin bi binpêkirinan re rûbirû dimînin'
Edlê Bekir bal kişand ser peymana ku di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de di 10'ê Adarê de hatiye îmzekirin û wiha got: "Hêviya me ji bo vegera bi ewle zêde bû. Ev yek bû sedem ku gelek malbat biryara vegerê bidin ji ber ew ji şert û mercên dijwar ên koçberiyê yên di konan de dijiyan, westiyabûn. Lê rewşê ew şok kirin û wan guhertina ku xeyal dikirin nedîtin. Senaryoya binpêkirin û neheqiyê dubare bûye û siyasetên ku dagirker û çeteyên wê li dijî gel dimeşandin, berdewam kirin. Gelek malbat bi hêviya ewlehî û aramiyê vegeriyan Efrînê lê kesên vegeriyayî bêyî dayîna gelek pereyan nikarin bikevin malên xwe yan jî nêzî zeviyên xwe yên çandiniyê bibin."
'Divê mercên vegera bi ewle çêbibin'
Edlê Bekir daxwazên xwe yên der barê pêşeroja Sûriyeyê û vegera bi ewle de wiha anî ziman: "Axa Sûriyeyê ya gelê wê ye. Divê gelê Sûriyeyê yekgirtî be û maf û azadiya hemû pêkhateyan werin misogerkirin. Ji ber ku Sûriye welatekî xwedî pirrengîniya olî, etnîkî û çandî ye. Li Sûriyeyê ewlehî û aramiya me kêm e, em aştiyê dixwazin. Tevî her tiştî, em bi îsrar in û teslîm nabin. Hêviya me ew e ku em vegerin malên xwe û di nava aramiyê de bijîn."
Siyasetek sîstematîk a berdewam li Efrînê dimeşînin
Xedîce Hemo piştî dagirkirina Efrînê ji bo parastina mala xwe demekê li wir jiya lê dûre neçar bimîne bireve deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Xedîce Hemo der barê wê demê de got: "Em rastî gelek binpêkirin û sûcan ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatin. Bi taybetî li dijî jinan, di nav de kiryarên weke kuştin, tecawiz û revandin li hemberî dayîna fîdyeyê hebûn. Çeteyan li hember çandina erdan mirovan neçar dikirin ku pere bidin. Her wiha bi zanebûn dar qut dikirin û dişewitandin. Me ewlehî û aramî winda kir, heta roja îro çete heman siyaseta hovane dimeşînin."
'Peyman nehatine misogerkirin'
Xedîce Hemo tekez kir ku peymana vegera bi ewle tenê mîna mohrek li ser kaxezê maye û nehatiye bicîhanîn. Xedîce Hemo wiha dawî li gotinên xwe anî: "Peymanek hat îmzekirin ku vegera bi ewle ya koçberan, derxistina dagirker û yekîtiya Sûriyeyê destnîşan dikir lê ev peyman li ser erdê nehat bicîhanîn û tenê mîna mohrek li ser kaxezê ma. Malbatên ku bi sozên rêveberiya demkî bawer kirin û bi hêviyên aştî û ewlehiyê vegeriyan Efrînê, matmayî man, dîtin sûc û binpêkirinên ku ji aliyê çeteyan ve hatine kirin neguherîne. Divê civaka navneteweyî vegera koçberan a bi ewle misoger bike. Êdî bes e ji koçberî û penaberiyê re."