Jinên Efganî li dijî Talîbanê banga yekîtiyê kirin
Tevgera Xweser a Jinên Têkoşerên Efganî bang li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir ku li dijî polîtîkayên zextê yên Talîbanê bibin yek.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230419-20230419-mbarzat-znan-afghanstan-lyh-talban2023-4-19-jpgf00f29-image-jpge928cd-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Tevgera Xweser a Jinên Têkoşerên Efganî bi nameya belav kir bang li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Efganîstanê kir ku li dijî Talîbanê bibin yek.
Di nameya ku Talîban weke "yekane dijminê" jinan, gelan û rêxistinan hat binavkirin de, hat destnîşankirin ku weke Tevgera Xweser a Jinên Têkoşerên Efganî ew amade ne ku ji bo avakirina nêvengek yekîtî û baweriyê bi hemu rêxistinên dijî Talîbanê re hevkariyê bikin.
Tevgera Xweser a Jinên Têkoşerên Efganî, piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de kontrola Efganîstanê desteser kir hat damezrandin û li dijî qanûn û polîtîkayên mêtînger ên Talîbanê têdikoşe.