Jinên Ciwan ên Mexmûrê: Têkoşîna me her kêlî ye

Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) bi boneya rêze çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da.

Mexmûr- Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşemeya ‘Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê’ dabû destpêkirin. Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêzê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, daxuyanî da.

Beriya ku daxuyanî were dayin deqeyek rêz hat girtin, daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Mezra Çomlek ve hat xwendin.

‘Têkoşîna Azadiyê bûye gerdûnî’

Di destpêka daxuyaniyê li ser têkoşîna jinê bal hat kişandin û wiha got: “Dema ku em ber bi 8’ê Adara 2023’an Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve diçin, em dibînin ku têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê rojekê her kêliyê, her dem û li her derê belav bûye. Têkoşîna Azadiya Jinê bûye gerdûnî. Şoreşên jinan ne xayel e, ji guhertinên azadîxwaz ên di jiyana jinan de ku li Rojavayê Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê bi şêwe û rengên cuda tên dîtin û encamên têkoşînê jî mirov bi vê yekê dikare fêm bike. Ji ber vê yekê sedsala 21’an wê bibe sedsala ku şoreşên jinan tê de pêk were.”

‘Fikir û ramanên azadiyê yên Rêberê APO belavî hemû cîhanê bûye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de diyarkirin ku 8’ê Aadrê roja berxwedan û serhildanê ye û wiha dom kir: “Em hemû jinên cîhanê yên ku di dîrokê de bi cesaret û fedekariyek mezin tekoşîn mezintir kirine ji Clara Zetkin, Rosa Loksemborg, Leyla Qasim, Şehid Sara, Viyan Cav, Şîrîn Elemholî, Arîn Mîrkan, Jîna Emînî, Evîn Goyî û heta bi Raperîn Amed û Ronahî Penaber hemû jinên ku ji bo şoreşa jinê ked dane û tekoşîn kirine her wiha hemû şehîdên ku di şerê berxwedana rûmetê de gihiştin asta şehadetê û li çiyayên Kurdistanê destanan dinivisînin em bi minetdarî bi bîr tînin û silav dikin. Fikir û ramanên azadiyê yên Rêberê APO belavî hemû cîhanê bûye. Îro di bin slogana Jin, Jiyan, Azadî de li her derê cîhanê jinên ciwan xwe bi rêxistin dikin û ji bo mafê xwe tekoşîn dikin.”

‘Ji bo hevjiyanek azad em ê heya dawî tekoşîn bikin’ 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Keda Rêber APO ji bo azadiya jin û pêşxistina jina kurd pir mezin û bi wate ye. Ev 25 sal e Rêber APO di bin sîstema îşkence û tecrîda mutlaq de ye lê fikir û ramanên Rêbertî her tim ji bo me çavkaniya azadiyê ye ji bo wê jî em wekî jin Rêber APO Rêberê xwe jinan dibînin. Em wekî jinên ku em li ser fikrinên Rêbertî xwe avadikin roja 8’ê adarê roja jinên kedkar a cîhanê em li  Rêberê xwe Rêber APO pîroz dikin. Em dibejin wekî ku Serokatî pênase kiriye’ projeya min a jin a nîvço maye’ emê bi tekoşîna xwe wê nîvço mayinê temam bikin û bigêhijin serkeftinê li ser vê esasî. Em wekî Tevgera Jinên Ciwanên Mexmurê bi paradîgmaya azadiya jin ya ku Rêberê me pêşxistiye me  xwe nas kir û li ser wî esasî ji bo hevjiyanek azad emê heya dawî tekoşîn bikin  bi silogana ku Rêbertî derxist  û niha li her deverê cîhanê belav bûye emê xwe xwedî bikin û mezin bikin. Em dubare 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û em dibejin JIN, JIYAN, AZADÎ.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.