Jinên ciwan ên Şengalê: Em rê nadin fermanek din

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê bi meşek meşaleyî şehîdên Fermana 74’an ya 3’ê Tebaxa 2014’yan bibîranîn

Şengal – Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê, ji bo bîranîna Şehîdên fermana 74’an bi diruşmeya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ meşek meşaleyî lidarxistin. Meşa meşaleyî ya ciwanan ji gundê Kolka despêkir heya Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi diruşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre îxanet’ berdewam kir.

Ciwan dema gihiştin Şehîtgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, li ser gorên Şehîdan find pêxistin û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan ve hate dayîn. Di daxuyaniya ku cangoriyên fermana 74’an hat bibîr anîn de peyama têkoşînê hat dayîn.

‘Em rê nadin fermanan’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Avesta Adar a beşdarî meşê bûbû wiha got: “Ji bo salvegera Fermana 3’ê Tebaxê emê meşa meşale lidarbixin û li ser goristanên emê findan ji bo şehîdên xwe pêbixînin ji ber wan gerillayan ji bo azadiya Şengalê canê xwe ji bo me dan. Em îro ji bo ji dujminê xwe re peyameke bi hêz bidin li vir in.”

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Zîn Şengalî jî bal kişand fermanê û got: “Dive dijmin baş bizane yêdî em rê ji tevahî êrîş û fermanên ku bînin ser civaka me re digirin em rê nadin û em ê her li ser xeta şehîdên xwe bin.”