Jinên cîhanê bi hev re diqîrin: Jin, Jiyan, Azadî

Gelê ku li Rojhilata Kurdistanê bi pêşengiya jinan li dora dirûşmaya “Jin, Jiyan, Azadî” rabûn ser piyan, tevî komkujî û darvekirinên dewleta Îranê jî gav paş de neavêtin, dirûşma û têkoşîna wan li seranserê cîhanê deng veda.

SAYDA ŞÎRZAD

Navenda Nûçeyan - Li gorî qanûnên şerîetê yên ku piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1979’an ket meriyetê, ji bo hemû jinan li qadên giştî bikaranîna hicab û li xwe kirina cil û bergên dirêj û fireh bû neçarî. Ji jinên ku hîcab bikaranîn re dayîna cezayên wek pere û girtîgehê dest pê kir.

Qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve ya li paytexta Îranê Tahranê, di serî de li bajara wê Seqiz, gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû sedema bertekan. Rayedarên hikûmeta Îslamî, ji bo pêşigirtina mezinbûna bertekan, xwest cenazeyê Jîna Emînî seatek ji 24 demjimêran kêmtir de bê definkirin. Di encama hewldana malbata Jîna Emînî de cenaze heta sibeha 26’ê Îlonê roja Şemiyê hat taloqkirin. Xelkê Seqizê, li goristana Aiçî ya bajêr malbata Jîna Emînî bi tenê nehişt. Jinên li vir hev civiyan hicabên xwe derxsitin û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Ev diruşma bû sloganek ku di demek mehekê kêmtir de gihîşt tevahiya Îranê û piştre jî gihîşt hemû cîhanê. Li deverên cuda yên cîhanê gel bi zimanên cuda ev dirûşme qîriyan.

Roj bi roj piştgirî mezintir bû

Piştî qetilkrina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Devriyê Îrşad û bi taybet destpêkirina xwepêşandanên girseyî yên li dijî qanûna hicabêya mecbûrî, gelek kesayetên navdar ên Îranî û cîhanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" piştgirî dan xwepêşandanên gel yên li seranserî welat. Her wiha ji xwepêşandanên li seranserê welat re ji hunermend, werzişvan û rewşenbîran jî piştgirî zêde bû. Piştgiriya gel û saziyên naskirî yên ji bo xwepêşandanên gel zextên li ser hikûmetê zêde kir. Rejîm jî wek bersiv dayîna van piştgiriyan, zextan zêdetir û bi bikaranîna çekan xwest gel bitepisîne. Lê tevî hemû zextan jî serhildana gel domkir û ji gelek beşan roj bi roj piştgirî mezintir bû.

Ji lîstikvan boykot

Lîstikvanên ku di nava piştevanan de cih digirtin, li gel bandorek mezin avakir. Lîstikvanên piştgirî didin xwepêşanderan ewqas zêdene ku, radyo û televizyona Îranê di weşandina hejmareke zêde rêzefîlm û fîlman de pirsgirek jiya. Bi pêla nerazîbûnê re wek hevdem gelek hunermend û derhênera dîmen hîcabeyên xwe derxistin û hêrsa xwe ji radyo û televîzyonan re îlan kirin. Pêla nerazîbûnê, bi tevlîbûna yek jî navên navdar ên cîhana lîstîkvaniyê Ketayoun Riahî jî mezin bû.

Şebnem Farshadjo, Shîva Ebrahîmî, Fatemeh Motemedarya, Sharare Dolatabadî, Anahîta Hemmatî, Maryam Palizban, Masoumeh Ghasemipour û Maryam Bobanî jî li Îranê dinava kesên ku ewil ji bilî qanûna hicaba ferzkirî, radyo û televizyonên şermezar kirin de cih digrin û piştgirî dan gel.

Li Sîstan û Belûçîstanê çalakî mezinbûn

Bi taybetî xwepêşandanên ku li parêzgehên Sîstan û Belûçistan ên Rojhilatê Kurdistanê yên bi zextên tund berdewam kir. Hejmara xwepêşanderan roj bi roj zêdetir bû. Çalakiyên wekî derxistina hicabên neçarî hatin li dar xistin. Li wir xwepêşanderan sûcên rejîma Îslamî ya Îranê pêkanî û zexta li ser gel şermezar kirin.

Peykerê cam şikest, lewhe hat rakirin

Ladîn Tabatabaî ji bo piştgiriya xwepêşanderan peykerê cam ku vê demê serokê teşkilata polîs Muhemed Baqir Qalîbaf kiribû şikand. Fateme Motemedarya jî ji ber qanûna ferzkirina hicabê nasnedikir, di merasîma cenazeyê Emîn Terx ya li Tahranê de, bêyî hicabê axaftinek kir. Bi tundî nerazîbûn nîşanî wêneyên jinan ên bi hicabê yên li ser lewheya reklamê dan. Ev lewheya reklamê piştre di demekî 24 saetan kêmtir de hat rakirin.

Lîstikvanên mêr jî piştgirî dan serhildanê

Lîstikvanên mêr jî bi şermezarkirina rewşa heyî ya li Îranê piştgirî dan jinan. Rêjîmê bi awayên curbicur gef li hunermendên xwepêşander xwar, heta ji hin aktoran bi zorê li xwe mukirbûn girt. Lê hunermendan bi berdewamkirina sûcên rejîmê re, çalakiyên xwe bi gel re berdewam kirin.

Elnaz Rekabî bêhicabê derket pêşbirkê

Elnaz Rekabî, endama tîma çiyagera Îranê ya ku beşdarî fînala lîstikên Asyayî yên li Koreya Başûr bû, bi avêtina hîcabê, qanûna mecbûrî ya hîcabê û qetilkirina Jîna Mahsa Emînî protesto kir. Elnaz Rekabî ya di vê pêşbirkê de li Asyayê di rêza çarem de cih girt, dîmenên bêhicabê yên pêşbirkê di torên civakî de cihekî berfireh girt. Ev tevgera şermezarkirinê, di nava welat û derveyî welat de piştgiriya gelek Îraniyan girt. Elnaz Rekabî piştre li ser hesabê xwe ya înstagramê ev daxuyanî da “bi xeletî ket”. Lê derket hole ku werzîşvana navdar hatiye tehdîdkirin û zext lê kirine ku vê daxuyaniyê bide.

Federasyona Eerzîşên Hilkişîna û Çiyagerî ya Cîhanê daxuyaniyekê da û diyar kir ku "Ewlehiya” Elnaz Rekabî pir girîng e û ragihad ku di dema şopandina rewşa li Îranê de, piştgirî dide mafê bijartin û azadiya derbirînê ya werzîşvanan.

Werzişvanên jin jî di çalakiyê de bûn

Nîlofer Mardanî ya Îranî wek îfadeyek piştgiriya ji bo jinan daye, bêhicabê tevlî pêşbirkên patina ya astistik ya li Tirkiyeyê bû. Rejîma Îrane, bi zêdebûna nerazîbûnên çalakvan, hunermendan û werzişvan jî di nav wan de, hewil da xwepêşandanên kesayetiyên navdar her carê bi hincet û sedemên bêbingeh veşêre. Endama tîma neteweyî ya tîrvanê ya Îranê li merasima bi dawîbûna Lîga Tîrvanê ya Kûpaya Korfezê ya li Tahranê hicaba xwe derxist. Xwediya rekora sprint ya jinên Îranê Ferzaneh Fasîhî jî bû piştevana xwepêşandanên gel ya li seranserê welat. Lîstikvan û antrenorên tîma basketbolê ya Kenco wêneyekî komî ya bêhicabê weşandin. Di heman demê de werzişvanên mêr ên ji şaxên cudayên werzîşê jî piştgirî dan têkoşîna jinan a li dijî hicabeya mecbûrî, ji navên navbar ên cihana futbolê Waria Ghafûrî, Elî Daeî û Alî Karîmî jî piştgirî dan serhildanê.

Ji medyaya dîjîtal jî bertek û piştgirî

Tepeserkirina bi awayekî xwîn a Sinê, bû sedem ku werzişvanên ku gelek caran bêdeng dibin, li hember van sûcan bertek nîşan bidin. Kesên wekî şampiyonê cîhanê û rahênerê Bincenganê ya Îranê Muhammed Talayî li ser hesabên medyaya dijîtal bivan gotinan bertek nîşanî zextên dan: "Ne Îslam di metirsiyê de ye, ne jî yekparçeyiya axa, tenê refaha rayedaran û jiyana zarokên wan di metirsiyê de ye." Lîstikvanê Tîma Neteweyî ya voleybolê Amirhossein Esfandiar, “hûn ku li mirovan derp dikin û dikujin bêhna mirovatiyê nagrin" û endamê bincenganê ya Neteweyî ya Îranê Alîreza Gudarzî jî ev peyam parvekir, "Dîktator lêborînê naxwaze, dikeve."

Destpêke piştgirî dan, piştre jî rakirin

Gelek lîstikvanên tîma neteweyî ya futbola Îranê jî beriya ku xwepêşandan pir berfireh bibin, bertek nîşanî qetilkirina JînaEmînî dan. Lê bi zêdebûna nerazîbûnên gel re, parvekirinên hemû lîstikvanên ku ji bo kampa tîma neteweyî hatibûn vexwendin ji rûpelên wan hatin rakirin. Parvekirinên lîstikvanên weke Soreş Refîeî û Mehdî Qaîdî ku nehatine vexwandin kampê jî di rûpelên wan de ma. Bi berdewamkirina tepisandina çalakiyên gel ya seranserê welat re, bertekên werzişvanan jî berdewam dike.

Li parlementoyê porê xwe birî

Her wiha Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsula ji dinav de hin kesayetiyên siyasî yên navdar ên navneteweyî, qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hikûmetê ve şermezar kirin. Li gel piştgiriya ku ji çalakiyên gel re hat dayîn, li hemberî cezayên darvekirinê yên li xwepêşandaran re tên dayîn re jî bertek hat nîşandan.

Nûnerê Swêdê ya li Parlamentoya Ewropayê Ebeer El-Sahlanî jî bang li xwepêşanderên Îranê kir û wiha got: “Heta Îran azad bibe em ê li pişt we bin." Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" berz kir û porê xwe birî.

Girtiyên siyasî

Hin girtiyên siyasî û çalakvanên sivîl ên li girtîgehên Îranê girtî ne bi daxuyaniyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Navên wekî Kaşanî, Malîha Caferî, Elnaz Îslamî, Mahnaz Deşarah, Nazanin Mihemednejad, Raha Esgarîzade, Golarah Abbasî, Sepîde Qalian, Saba Kardaafşarî, Asal Mihemedî, Meryem Ekberî, Monfered, Munireh Arabshahi, Yasman Ariana, Sakineh Parvaneh piştevaniya xwe ya bi gel re nîşan dan.

Piştgirî dirûşmeyan belav kir

Ji bilî kesayetiyên navdar ên Îranê gelek hiqûqnas, erkdarên perwerdehiyê, mamosta, profesor, çalakvanên siyasî û medenî tevlî xwepêşandanên gel bûn û li dijî hikûmeta Komara Îslamî bertek nîşan dan. Piştgiriya navên naskirî ji xwepêşandanan re hişt ku dirûşma "Jin, jiyan, azadî" zêdetir belav bibe.

Ev serhildan cuda ye

Ji salên yekem ên desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê ve, beriya niha jî bi sedema sepandina yasayên baviksalarî û mêtingerî, nekarîna karbidestan, qeyranên aborî, buhabûn û tevgerên ji nişka ve, xwenîşandan çêbûbûn. Lê serhildanên dawî yên li seranserî welêt, berevajî hemû xwepêşandanên berê, ji aliyê jinan ve hatin birêvebirin. Xwepêşandanên berfireh, dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” gihand asta kûrevî.

Ket rojeva Neteweyên Yekbûyî jî

Berdewamiya têkoşîna gel a di riya “Jin, Jiyan, Azadî” de û zextên giran ên rejîmê ku dixwest vî dengî qut bike, rê vekir ku bi taybet jinên Îranê, daxwazên gelên Îranê bikeve rojevê. Netewên Yekbûyî ji bo damezrandina komîteya komkirina zanyariyên li ser tawanên Komara Îslamî dengê erê da.

Ji aliyê din ve daxwaza ji Komîsyona Rewşa Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derxistina Komara Îslamî ya Îranê, erenî encam girt. Diruşmeya “Jin, jiyan, azadî” di dengdana erênî ya welatên pêşeng ên cîhanê de bi ser ket û di dawiyê de ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Komara Îslamî ya Îranê hat derxistin. “Jin, jiyan, azadî” yekbûn û yekitiya mirovahiyê li hemû cîhanê misoger kir.