Jinên Cezayîrî rola jinan a di serhildanê de nîqaş kirin

Beşdarên panêla "Rola Jinên Cezayir di Serhildana Rizgariyê ya Rûmetdar de” tekez kirin ku serxwebûna Cezayir ne dawiya têkoşînê bû, ew destpêkek nû bû.

NECWA REHEM 

Cezayir – Navenda Koordînasyona Neteweyî ya Civaka Sivîl-Ofîsa Neteweyî li Cezayirê îro panêlek dîrokî bi sernavê "Rola Jinên Cezayir di Serhildana Rizgariyê ya Rûmetdar de: Ji têkoşîna çekdarî heta xurtkirina pozîsyona wan di parastina neteweyî de" li darxist.

Ev panêl 5'ê Tîrmehê roja ku Cezayir di sala 1962'an de serweriya neteweyî û serxwebûna xwe bidest xist, bi bîr tîne.

Ji serhildanê ber bi dewletê û domandina rola jinan

Psîkologa klînîkî û çalakvana civakî Fatimê Ounoughi armanca organîzekirina panêlê wiha anî ziman: "Ji bo bersiva banga neteweyî, naskirina navendîbûna serxwebûnê di hişmendiya Cezayirê de û ji bo bal kişandina ser rêwîtiya dîrokî ya jinên Cezayir e. Jinên Cezayir jiyana xwe ji bo azadiya welat û gelê xwe feda kirine. Parastina welat bi çekan ve sînordar nîne, ew bûye berpirsiyariyeke rewşenbîrî, yasayî, medyayî û teknolojîk jî. Girîngiya rola jinan ne tenê di bîranînê de, lê di çêkirina polîtîkeyan û avakirina pêşerojê de jî eşkare dibe."

Mobîlasyona siyasî û civakî bi vîzyona jinan

Çalakvana civaka sivîl Nebîla Qromî da zanîn ku panêl bersiveke ji bo mobîlasyona neteweyî û mobîlkirina enerjiyên jinan ku di warê siyasî de temsîl dike ye û wiha got: "Jinên Cezayir tenê hêmanek temakar nîn in, ew ajokarek rastîn a pergala perwerdehiyê ne. Ji bo civakek serkeftî û hevgirtî bê avakirin, divê jinan bi amûrên nûjen bên hêzdarkirin, da ku bi dijwariyên demê re rûbirû bimînin. Zanîna dîjîtal êdî ne luks e, ew pêdivî ye ku nifşan biparêze. Em ji berxwedana jinên Filistînî îlhamê digrin û wê bi rûmet dibînin. Em jî piştevaniya xwe bêdawî ji doza Filistînê re her nîşan didin."

Nûnertiya siyasî û yasa danînê di navbera nivîsan û rastiyê de ye

Profesor Samiya Qamaş li ser temsîliyeta jinên Cezayir di saziyên siyasî û yasadanînê de axivî û got: "Destûra Bingehîn a Cezayîrê mafê beşdariya siyasî ji jinan re garantî dike, lê ew pêdivî bi pêkanîna kûrtir di pratîka rojane de heye. Jin ji bo ku di pozîsyonên biryardanê de bin ne hewceyî destûr in, lê baweriya bi rola xwe û jêhatîbûna piştgiriya wan heye. Em hewceyê jinên ku hebûnek xurt di encumenên hilbijartî, parlemento, şaredarî û sendîkayan de ne. Ji ber ku dengê jinan ne tenê mafek e, lê lêzêdekirinek kalîteyî ye li ser rêya pêşkeftina demokratîk. Siyaset ne qadek dijminê jinan e."

Panel derfetek ji dengê jinan re vekir

Ev panelê derfetek ava kir ku dengê jinan ji dîsîplînên cuda werin ronîkirin. Çalakvanên jin, akademîsyen û pisporên tendrustiyê, perwerde, medya û siyaseta giştî beşdarî nîqaşê bûn ku li ser mekanîzmeyên ji bo hêzdarkirinê, bilindkirina hişmendiya siyasî û têkoşîna li dijî stereptîpan  ku tevî destkeftiyên wan jî jinên Cezayirî dişopînin.