Jinên Binarê Qendîlê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Jinên Binarê Qendîlê her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi çalakiyek bi bîr anîn.

Navneda Nûçeyan- Duh di saetên êvarê de li gundê Alye Reş ê Binarê Qendîlê her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi çalakiyek hatin bibîranîn.

Di çalakiya bîranînê de daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê jinên gund ve hat xwendin û di daxuyaniyê de her du komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin. Bang li gelê Kurd û azadîxwazan hat kirin li dijî komkujî û zilma ku li gelê Kurd tê kirin bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.

Her wiha jinan helwesta xwe ya li hemberî hemû komkujiyên li ser jinan anîn ziman û soza berdewamiya şopa şehîdan dan. 

Piştî daxuyaniyê li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz û hevalên wê sînevîzyonek hat nîşandan.