Jinên Binarê Qendîlê amadekariya 8’ê Adarê dikin

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Awaz Îsmaîl bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ji bo li Binarê Qendîlê tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bibin.

Silêmanî - Jinên Binarê Qendîlê xwe ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê amade dikin. Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) wê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Binarê Qendîlê ahengek pîrozbahiyê lidar bixe. Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Awaz Îsmaîl bang li hemû jinan kir da ku di 8’ê Adarê de tevlî pîrozbahiyê bibin.
Awaz Îsmaîl da zanîn ku ewê îsal bi dirûşemeya ‘Bi ruhê berxwedana Îmralî û serketina Garê’ li Binarê Qendîlê 8’ê Adarê pîroz bikin û wiha doman: “Ez bang li hemû jinên Başûrê Kurdistan, taybet Binarê Qendîlê dikim bi kelecanek mezin tevlî pîrozbahiyê bibin.”