Jinên Belûcî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ daketin qadan

Jinên Belucistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ daketin qadan û ne li dijî pêkanînên rejîma Îranê qîriyan.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê jinên Belucistanê li dijî rejîma Îranê, komara Îslamê rabûn ser piyan. Li Îranê ji 16’ê Îlonê heta niha bi dirûşma Jin Jiyan Azadî bûye bingeha serhildanê, şevê din jinên Belucî ji bo xwepêşandanên ‘Îna bi Xwîn’ ji bo şermezarkirina rejîmê li qadan bûn. Hebûna jinên Belucî li qadên çalakiyê eyaletên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin. Jinên ku bi cil û bergên çanda Beluc daketin qadan dovîz û dirûşmên “Bixwazin ez ê xwe bigrim û bixwazim jî dê bi hîcab derbikevim”, “Ji dîtator re mirin”, “Destê ku dirêjî xwişk û birayên min bibe bila bişkê”, “Jin Jiyan Azadî” bilind kirin.

Her hefte çalakî tên lidarxistin

Di 30’ê Îlonê de ji aliyê polîs û leşkerên rejîma Îranê ve li eyaleta Sistan û Belucistanê komkujiya “Îna bi xwîn” li Zahîdan hat pêkanîn. Komkujiya bi xwîn wek her hefte, vê hefteyê jî bi protestoyan hat pêşwazîkirin. Li eyaletan dirûşmên ‘Kurd û Belucî bira ne’ hatin bilindkirin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine me, ne tenê li li bajarên eyaleta Zahîdan, li gelek navendan çalakiyên protestoyî şevê din heta saetên dereng berdewam kirin. Li Zahîdan, Khash, Saravan, Çabahar, Iranshahr û Rask li gelek navedên din çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de ji aliyê Hackerên Îranê ve nûçeyên ku di ajansên girêdayî hikumetê de digihîjînin gel, li beramberî wê helwesta xwe nîşan didin.

Destpêkê ji Zahîdanê bigre heta bajarên din ên girêdayî Sistan û Belucistanê çalakiyên ku tên kirin jin di refên pêş de ne û hemwelatiyan peyama “Heta dawiyê em ê têbikoşin” dan.