Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşên girseyî dest bi pêngava nû kirin
Ji Heleb heta Şehba, ji Kobanê heta Hesekê, Til Temir û Qamişloyê jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi meşên girseyî starta çalakiyên hamleya duyemîn ên Pêngava Dem Dema Azadiyê ye dan.
Navenda Nûçeyan - Bi armanca azadkirina fêzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star li sernaserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi meşên girseyî dest bi merheleya Duyemîn a Pêngava "Dem dem azadiyê" kir. Bi heman armancê îro Heleb, Şehba, Kobanê, Hesekê, Til Temir û Qamişloyê meşên girseyî starta çalakiyên xwe yên pêngava duyemîn da.
Qamişlo
Bi dirûşmeya “dem dema azadiyê ye” şêniyên Qamişlo tevî Rêxistina Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser û Saziyên Civaka Sivîl meşiyan. Welatiyan di meşê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fîzîkî kirin. meş ji kolana Mûnîr Hebîb a bajarê Qamişlo dest pê kir, li ber dergehê Netewên Yekbûyî (NY) veguherî mêtîngê.
“Em jin xwedî li Serokê xwe derdikevin”
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Rêxistina Kongreya Star Menîca Heyder axivî û got: “Em sekina Rêber Apo ya berxwedêr silav dikin û tecrîda kirankirî ya li ser tê meşandin şermezar dikin. Aramî bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Pêngava me ya dem dema azadiyê ye li seranserî Kurdistanê dest pê kiriye û gel li ser piya ye, xwestek û daxwaza wan hemûyan azadiya Rêber Apo ye. Pêşengiya vê pêngavê Kongreya Star dike. Tevgera jinê dest bi vê pêngavê kirye ji ber ku ê yekem xwedî li jinan derket Serok Apo bû, xwedî li mafê me derket û hişt ku em bighêjin asta xwenaskirinê ji bo wê jî di gava yekê de ji me jinan tê xwesitin em li hemberî tecrîdê bi yek dengî rabin. Em wekî tevgera jin û Kongreya Sta erka li ser milê me ye em xwedî li Rêber Apo derkevin weke ku ew xwedî li jinan derket û em ê hemû li qadan bin heta azadiya Serok a fîzîkî mîsoger bikin.”
Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Kobanê
Welatiyên Kobanê bi diruşma "Em wek gelê kantona Kobanê tecrîda li ser Rêber Apo şermeza dikin ", daketin qadan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Gel li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi Qada Aşitiyê ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye", "Cîhanekî qezenckirin heye, jiyaneke bê jiyankirin jî heye", "Zilamê ku nizanibe bi jinê re jiyan bike, nikare şoreşê bike", "Em mafdarin ji bo serxistinekê misoger bikin ketine rê" hatin hildan. Di meşê de siloganên "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadî ji bo Ocalan" hatin berzkirin. Piştî meş li Qada Aşitiyê bidawî bû li ser navê Kongreya Star Sara Xelîl Endma Meclîsa jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axivî.
"Azadiya me azadiya Rêber Apo ye"
Sara da zanîn ku wê çalakiyên xwe yên hamleya dem dema azadiyê ye di qunaxa duyem de dewam bikin û wiha dom kir: "Demeke dirêje Rêberê me di nava işkence û tecrîdê deye, heya taqeta xwe ya dawiyê em ê li ser piyan bin û daxwaza azadiyê bikin. Êdî pilanên dijmin ber biçavin û her kes di wê zanebûnê deye ku dixwazin gel û Rêbertî ji hevdû veqetînin. Ev dû salin me dest bi hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’, kiriye, ji bo vê jî her sanî, deqe û seat em ê li kolanin bin û banga azadî û demokrasiyê bikin. Ev êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me ne tenê li ser gelê Kurd tê kirin, di heman demê de ev tecrîd li ser me hemû gelê Rojhilata Navîn tê meşandin. Ne tenê em ê îro li kolanan bin her roj em ê di nava çalakiyan de bin, heya ku Rêberê me azad nebe wê tu carî aramî û aşitî tune be. Divê em her roj behsa azadiyê bikin, ji ber ku em hewcedariya azadiyê ne, azadiya Rêber Apo azdiya gelan e. Banga min ji tevahî jinên cîhanê re rabin ser piyan û xwedî li Rêberê xwe derkevin. Kîjan pêkhate en jî mirov li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tev digere, ji aliyê dewleta tirk ve tê hedefgirtin, wek ku çawa li Qamişlo, teqînî pêk hat ev jî bi destê dewleta tirk bû, armanc jê tune kirina fikrê Rêbertî di nava gel deye."
"Bi şikandina tecrîdê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin"
Ji jinên tevlî meşê bûn Emîne Mustefa got: "Rêberê me me ji ber mafê gelên bindest diparêze di nava çar dîwaran de tê girtin. Ji bo vê tecrîdê giran dikin, her kesî ku êdî gihîştiye fikra Rêber Apo di wê zanebûnê deye. Çima êrîş li ser gelê herêmê tê kirin, çima dewlet sînorekî ji dewleta tirk re danayin. Em jî wek dayik ji Kobanê soz didin ku heya ji dest me bê em ê bêjin azadî ji bo Rêber Apo, azadî ji bo tevahî gelên bindest. Dê hemleya ‘Dem dema azadiyê ye’ û bi her cûreyên çalakiyan bidome."
Meş bi siloganên "Bê Serok jiyan nebe" bi dawî bû
Til Temir
li navçeya Til Temirê meşeke girseyî hate lidar xistin. Meşa ku ji SMŞ dest pê kir, li dawiya Kolana Filistîn rawestiya. Di meşê de Endama Meclisa Edaletê ya Kongreya Star Meryem Mihemed axivî û wiha got: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate pêkanîn, bi ser neket. Ji ber ku êdî fikir û ramanê Rêber Ocalan xizmeta hemû gelên cîhanê û Rojhilata Navîn dike. Her wiha gelê herêmê veguherandiye gelekî têkoşer û şoreşger. Îro li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastina Medya yê, êrîşên pir dijwar ku armanca wê qirkirin e, tê kirin. Azadiya Rêber Ocalan azadiya jinê ye, ji buyî wê em ê her kêliya jiyana xwe veguherînin berxwedanê. Berî salekê Pêngava Dem Dema Azadiyê ye dest pêkir û ev yek dengekî pir bilind veda. Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, dewam dike heya ku Rêber Abdullah Ocalan bi fêzîkî azad bibe."
Bi silogana "Bê Serok jiyan nabe" meş bi dawî bû.
Heleb
Li dijî tecrîda girankirî ya ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşentiya Meclîsa giştî a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê bajarê Helebê û Kongra Star meşek girseyî bin silogana “Dem Dema azadiya Rêber Apo ye” hat li darxistin. Bi sedan welatiyên bajarê Helebê, endamên sazî û dezgehên sivîl di meşê de amade bûn. Meş ji pêşiya Jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûda Xerbî dest pê kir heya çerxeya Gulê Selmo ya dikeve taxa Şêx Mesûd Xerbî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa “Şerê Rêbertî şerê têkiliya azadiyê ye”, “Sîleh soz û manifestoye” û “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” hatin hildan.
”Dem dema azadiya Rêber Apo ye”
Li ser navê Meclîsa giştî a taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Fatmê Koşen axivî û got: “Heya Rêber Apo azad nebe em dev ji berxwedaniyê bernadin. Em ê di çarçoveya xebatên Dem Dema Azadiyê de tekoşîna xwe bilind bikin. Di xebatên ji niha û şonde em bi navê Dem Dema Azadiyê ye bidin despêkirin û serkeftinên ku me bi dest xistin encama fikira Rêber Apo ye. Parastina van serkeftinna erka me hemûya ne. Em weke jin tucarî vê riyê bernadin heya ku Rêber Apo azad nebe rawestan ji me re nîne.”
Her wiha li ser navê Kongra Star a bajarê Helebê jî Cîhan Mihemed ev nirxandin kir: “Îro em hemû li vê taxa berxwedanê kombûn li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Em bi tundî vê tecrîdê şermezar dikin. Di şexsê Rêberê gelê kurd de dixwezin vînan gelê Kurd û gelê azadiyê dixweze bişkînin. Bila dewleta tirk baş bizanibe nikare me ji Rêberê me qut bike, erê weke vîzîkî di hundir zîndanê de ye lê fikira wî her ku diçe belavtir û mezintir dibe.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.
Şehba
Rêxistina Kongreya Star ya Herêma Efrînê di çarçoveya pêngava duyemîn a Dem Dema Azdiyê de meşek girseyî organîze kir. Meş ji rêya gundê Til Qrah ê girêdayî navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê despê kir heya wargeha Serdem a navçeyê dom kir. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di heman demê de şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn. Di meşê de pankertên bi nivîsa "Şoreşa jinê şoreşa di hundir şoreşê de ye" û "Heqîqt eşqe eşq jî jiyana azad e" hatin hildan.
"Em peyama azadiya Rêber Apo radighînin"
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Şaziye Birahîm axivî û got: "Em azadiya Rêber Apo azadî xwaz dixwazin. Bi Qonaxa duymîn ya bi dirûşmeya dem dema azadiyê ye em banga azadiya Rêber Apo dikin. Em ê li seranserî cîhanê dengê ji bo azadiya Rêber Apo belav bikin. Li Kantona Şehbayê gelên koçber wê li pêy şopa azadiya Rêber Apo û cangoriyên azdiyê bin. Em bang li gelên aşîtîxwaz, mirovahiyê û biratiya gelan dikin ku dengê xwe tevlî dengê pêngava dem dema azadiyê bikin. Em wek gelê koçber bi taybet dayikên pekrewanan her tim soza azadiyê nû dikin û peyama berxwedanêji bo azadiya Rêber Apo radighînin."
Meş bi diruşmeya" Bijî Serok Apo" bi dawî bû.