Jinên Afganî yên beşdarî xwepêşandanan dibin rastî tehdîdan tên

Piştî ku Talîbanê gelek herêmên Afganistanê desteserkir jiyana jinên Afganî kiriye dojeh û jinên çalakvanên Afganî rojane tên tehdîd kirin. Jinên Avganistanê yên ku hatine tehdîd kirin wiha dibêjin: "Tiştek bi serê jinên tevlî xwepêşandanan bûne bê Talîban berpirsiyare."

 
Navenda nûçeyan - Piştî ku Talîbanê di 15'ê Tebaxê de Afganistan desteser kir jinên Afganî ên ku naxwazin di malên xwe de bimînin, li ser telefonê hatin tehdîdkirin. Tevger Talîban jinên ku xwe wekî "tevgera xwebexş a jinên çalak li Afganîstanê" pênase dikin hedef digirin, her wiha qedexeyên li ser jinan û astengiyên li ser jiyana civakî protesto dikin.
Jinên daxwaza mafê xwe dikin ji aliyê îstîxbarata Talîban ve tên tehdîdkirin
Jinên ku ji ber krîza aborî ya li Afganîstanê xwestin vegerin jiyana xwe ya kar û perwerdeyê û wêneyên xwe parve kirin, diyar kirin ku jinên beşdarî daxuyaniya ku li Kabîlê hat organîzekirin bûne, ji aliyê îstîxbarata Talîbanê ve rastî tehdîdan hatine. Jineke Afganî ya nexwest navê xwe bide diyar kir ku piştî xwepêşandanê ew ji aliyê Talîbanê ve hatiye tehdîtkirin.  Her wiha jineke din a Afganî jî got ku kesên xwe weke "îstixbarata Talîban" didin nasîn li wê digeriyan.
“Em ê gav paşde neavêjin”
Çalakvên Afganistanê  ên yên beşdarî çalakiyan bûne dibêjin ku ew ê serî li ber zilm û pêkanînên Talîban netewînin û dê li hember tacîz û zordariyê li ber xwe bidin. Jinên Afganî ên dan xwyakirin ku Talîban berpirsyar e ger yek ji beşdarên xwepêşandanê birîndar bibe, an bê kuştin jî û wiha gotin: "Em ê paşve gav neavêjin û dest ji xwepêşandanên xwe bernedin."
Her wiha jinên Afganî ragihandin ku divê Talîban rêz ji daxwazên wan re bigire û tekez kirin ku ew li dijî qedexekirina kar, perwerde û jiyana civakî ne û ew ê çalakiyên xwe berdewma bikin heta ku mafê xwe bi dest dixin.