Jinên Afganî li dijî êrîşên Talîbanê li ber xwe didin

Jinên Afganî yên ku bi biryara dawî ya Talîbanê çûna zanîngehê li wan hatibû qedexekirin, li gelek bajarên welat daketin qadan. Xwepêşandanên li Heratê bi tundî hatin tepeserkirin û li gelek bajarên welêt xwepêşandan hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Talîbanê li Afganîstanê welat desteser kir, hema hema her roj jin bi qedexeyeke nû re rû bi rû dimînin. Piştî ku Talîbanan vê carê deriyên zanîngehan li jinan girt, jin derketin qadan. Jinan li gelek bajarên welêt xwepêşandan lidarxistin, dîmenên ku ji Heratê hatin kişandin careke din mêtingeriya Talîbanê eşkere kir.

Çek, cop, qamçî hatin bikar anîn

Jinên Afganî yên ku li ber Walîtiya Heratê bi dirûşmeyan meşiyan beriya ku daxwazên xwe ragihînin û daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê bidin rastî êrîşa Talîbanê hatin. Di çalakiya ku bi ava şid, darbe, çek û qamçiyan êrîş hat kirin de, jin rastî îşkenceyê hatin û hatin binçavkirin.

Bi dirûşmeyan bersiv dan êrîşan

Jinên Heratê di berdewamiya çalakiya xwe ya li dijî tundiya li kolanan de dirûşmên "Mafê me yê perwerdehiyê", "Dawî li cehaletê bînin", "An em hemû bi hev re, yan jî ne yek ji me", "bêhurmetiyê li Qur'anê nekin", Azadî" û "Em mafên xwe dixwazin" berz kirin.

Jinekê çalakvan a medyaya dîjîtal yê ji Afganîstanê dema meşiyan vîdyoyek qeyd kir û got, “Em mafê xwe yê perwerdeyê dixwazin û em ê bi dest bixin. Divê Afganîstan mehkûmî tariyê nebe. Em serî hildidin û heta ku em mafên xwe bi dest nexin em ê serî hildin.” Vîdyo gelek caran hat temaşekirin û parvekirin.

Mêrên ku li Kandaharê piştgirî didan jinan rastî 'lêdana dijwar' hatin

Li Kandaharê û li paytext Kabulê jî xwenîşandan hebûn. Wêneyên milîsên rejîma Talîbanê yên ku mêrên ku piştgirî didin xwepêşandanan di dema xwenîşandanên li Kandaharê de bi "lêdana dijwar" radixin ber çavan, bi qasî wêneyên êrîşê rastî bertekên mezin hatin. Di xwepêşandanên li Kandaharê de jinan di êrîşa li dijî meşên jinan de daxwaza naskirina mafê perwerdeyê ji bo jin û zarokên keç kirin.

Dema ku milîsên Talîban li bajarên Afganîstanê avahiyên ku sazî û dibistanên hikûmetê lê ne dorpêç dikin, "tedbîrên tund" ên ku ji bo pêşîgirtina li meş û civînên jinan hatine girtin, balê dikişînin.