Jinên Afganî ji NY re 100 peyam 100 belgesel şandin
Jinên Afganî, 100 peyam û 100 belgefîlmên kurt ên behsa jiyana jinan a li Afganistanê dike ji Konseya Ewlehî ya Yetewên Yekbuyî re şand.

Navenda Nûçeyan - Jinên xwepêşander li Afganistanê sed kurte çîrokên dokumanterî der barê rewşa bi sedan jinên di bin desthilata Talîban de ji bo Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbuyî re şandin û daxwaz kirin ku li ser rewşa jinan bisekinin.
Li gor agahiyan 100 belgename di nava salekê de ku Talîban Afganistan kontrol kir, bi awayê çîrokên dokumanter bi Farisî û Ingilizî roja 14’ê Mijdarê ji Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbuyî re hatiye şandin.
Parçeyên rastîn ên jiyana jinan
Jinên Afganî jî di nameyên xwe de wiha gotin, "Ev peyamên jiyana rast a sed jinên ku di bin desthilatdariya rejîma herî despotîk a Afganîstanê de rastî çewisandin, xeniqandin, bêçaretî û bêhêvîtiyê hatin." Jinan di nav binpêkirinên li Afganîstanê de 'berdewam kuştin, kevirkirin, lêdan, destdirêjiya zayendî, îşkence, girtinên keyfî, zewaca bi darê zorê û zewaca temen biçûk' bi rêz kirin.
Destkeftî hatin tunekirin
Di nameyê de ku bal hat kişandin ser rewşa jinan a beriya Talîbanê, tiştên hatine jiyîn weke "bahoz" hat binavkirin û hat destnîşankirin ku hemû destkeftiyên gelê Afganîstanê bi taybetî yên jinan hatine tunekirin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku Talîbanê ji berê bi awayekî hovanetir dest bi tunekirina destkeftiyên jinan û gelan kiriye û hat destnîşankirin ku Talîbanê her cure tundiya li ser jinan bi awayekî hovane dimeşîne.