Jinên Afgan li hemberî rakirina Wezareta Karên Jinê meşiyan

Jinên Afgan ên li hemberî kiriyarên Talîbanan bi cesaret li ber xwe didin vêcarê jî li hemberî rakirina Wezareta Karên Jinê meşiyan û diruşmên weke “Te axa min a pak girt, xwendina min negire” bilind kirin.

 
Kabîl– Jinên Afgan ên li gel hemû zoriyên Talîbanan jî welatê xwe bernedane cesaretek mezin nîşan didin û li kolanan doza mafê xwe dikin. 18’ê Îlonê Talîbanan Wezareta Karên Jinê girt û li şûna wê “Wezareta Pêşîgirtina Bêexlaqiyê ”vekir. Ev nêzîkatiya Talîbanê di nava jinên Afgan de bû sedema nerazîbûnan. 
“Te axa min a pak girt, xwendina min negire”
Li paytexta Afganistan Kabîlê bi dehan jin li hev kom bûn, bi dovîzên li ser helwestên xwe diyarkirî nivîsandî girtin destê xwe û meşiyan. Jinan di meşê de diruşmên weke “Te axa min a pak girt, xwendina min negire” bilind kirin. Jinan mafê xwe yê xwendin, kar û azadiyê xwestin û daxwaz kirin ku di zagona bingehîn de jin di nava siyasetê de cihê xwe bigirin.
Jinên çalakger xwestin Wezareta Karên Jinê ji nû ve bê çalak kirin û gotin, "Jiholêrakirina jinê tê wateya jiholêrakirina mirovahiyê."