Jinên Afgan ji bo vegerin jiyan xwe ya kar û perwerdehiyê çalakî li dar xistin

Jinên Afgan ên ji jiyana karsazî û perwerdehiyê ya li Afganîstana ku piştî Talîbanê di 15’ê Tebaxê de desthilatdarî bi dest xistibû, hatin taloqkirin hîna di çalakiyê de ne. Jinên Afgan ên ku hîn venegeriyane dibistanê û jinên ku dixwazin vegerin ser karên xwe daxwazên xwe ji Kabûlê qîriyan

.
Kabûl- Paytexta Afganîstanê Kabûlê careke din bû sehneya qada çalakî û daxwazên jinan. Piştî ku Talîban di 15’ê Tebaxê de dest danî ser rêveberiya welat, jinên ku ji jiyanê hatin dûrxistin dixwazin vegerin ser kar, dibistan û jiyana xwe ya kamî. Duh li Kabîlê ji kolanan daxwazên jinên Afganî bilind bû.
Jinên Afganî, pankart û dovîzên ku pêkanînên Talîbanê protesto dikin hildan û goti: “Dixwazin em jin paş de bimînin. Em tu carî vê qebûl nakin. Her çend bi mehan derbas bûbe jî, em bi pergalek ku bi salan li paş maye re rû bi rû ne. Em dixwazin herin dibistanê, bixwînin û fêrî zanistê bibin. Em naxwazin ji cîhana ku em tê de dijîn paş de bimînin, em dixwazin jiyana xwe di warê aborî de bidomînin."
Ji bo jinan banga piştgiriyê 
Jinên Afganî ji jinên ku berxwedan û têkoşîna jinan dimeşînin xwestin ku deng bibin dengê wan. Talîbana ku dest danî ser rêveberiya welêt, ji xeynî karên mecbûrî rê destûr neda ku jinên Afgan vegerin ser karên xwe û hîna jî nahêle zarokên keç û jinên ciwan biçin dibistanan. Talîban a ku hewl dide di hevdîtinên navneteweyî de nêzîkatiya "nerm" nîşan bide, hîn jî dûrî wê nêzîkatiya nerm a ku îdîa dike ji jinan re nîşan bide ye.