Jinên Afgan ji bo bidestxistina mafê xwe di çalakiyê de ne
Jinên Afgan li hemberî deshilata Talîbanan li parka Şehr-I Nev a Kabîlê kombûn û ji bo mafê xwe yê ji dest hatî girtin çalakî kirin.
Kabil– Jinên Afgan ên li parka Şehr-I Nev a Kabîlê kombûn ji bo mafê xwe yê ji dest hatî girtin çalakî kirin. Jinên Afgan daxaza mafê xwe yê perwerde, kar û civakîbûn ê ji 15’ê Tebaxê dema welat ketî destê Talîbanan ve ji dest hatî girtin kirin. Jinan daxwazên xwe li ser dovîzên weke “Wekheviya jin û mêran pêşketina Afganistanê ye”, “Nan, kar, azadî û tevlîbûna siyasetê”, “Çima civaka navnetewî bêdenge, ma qeyî dengê jinên Afgan nabihîsin” û “Mafê jinên Afgan biparêzin, mafê jinan mafê mirovahiyê ye” anîn ziman.
“Jinan guhdarî bikin”
Jinên çalakvan bang li Talîbanên ji dema ketî ser deshilatê bang li jinan kirî ku heta agahiyek dinê neçin ser kar kirin. Aktîvîs Şukriye Sadat li ser navê jinên çalakvan ev tişt anî ziman: “Tişta ku hun îro dibêjin weke nêrîna giştî welatiyan nayê dîtin. Ger Talîban vî mantiqê xwe yê bordariyê bidomîne dê têk biçe. Em guh bidin jinan.”
Welatiyên li parkêbûn jî bi çekpikan piştevaniya çalakiya jinan kirin.