Jinên Afgan ên tevlî eniya berxwedanê dibin piştevanî ji jinên Rojavayê Kurdistanê dixwazin

Bi deshilatdariya Talîbanê re rewşa Afganistanê xirabûye û bi taybet jî jin bi xeteriyên cidî re rûbirû mane. Jinên tevlî çalakiyan bûne diyar dikin ku ew ji bo eniyên berxwedanê jî amadene. Ji jinên çalakvan Esel Parsî Meniş piştevanî ji jinên Rojavayê Kurdistanê xwest û got: “Tecrubeya jinên Rojavayê Kurdistanê di rewşên wiha de hene, em piştevaniyê ji wan dixwazin. Wan li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê şer kirin, dê bikarin bi me re jî bibin alîkar û rê nîşan bidin.”

SARA URMİYE
Navenda Nûçeyan - Jinên Afganstanê di van çend rojên derbasbuyî de ji bo bi dest xistina mafê xwe di çend bajaran de çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin. Di van çalakiyan de gelek jin ji aliyê talîbanan ve rastî êrîşê hatin û di êrîşan de çend jin birîndarbûne. Aktîvîsta civakî Esel Parsî Meniş di derbarê çalakiyên jinan ên van demên dawiyê li Afganistanê hatine li darxistin û êrîşên Talîbanan li ser çalakiyên jinan nirxandinên giring kir.
“Talîban hewil dide jinan bêdeng bike”
Esel Parsî Meniş diyar kir ku çalakiyên jinan nerazîbûna ji bo girtina mafê hemwelatîbûnê, kar, xwendin û her wisa mafê biryardayînê e û wiha domand: “Di vê çalakiyê de jin ji bo mafê xwe yê ji aliyê talîbanê ve hatiye bin pê kirin derketiye meydanan. Jinên dema çun ser kar derî li wan nehatin vekirin û ew negirtin kar ji aliyê jinên çalakvan dawetî çalakiyê hatin kirin û ew jî beşdarî çalakiyê bûn. Li gorî bernameya dabûn pêşiya xwe dê her yekê xebatek bigirta ser milê xwe û çalakiyên hevbeş berfireh bikiribana. Talîbanan bi gaza îsotê êrîşî çalakiya jinan kir û li wan xistin.”
Di 34 bajaran de hevpeyîmana jinan 
Esel Parsî Meniş têkildarî hevpeyman jinan a li 34 bajaran belav bûye jî  ev agahî da: “Ev hevpeyman hatiye îmaza kirin lê heya niha jinan di 3 bajar de çalakiyên nerazîbûnê li dar xistine. Em hêvî dikin ku bajarên din jî tevlî vê hevpeymanê bibin û erkê xwe bi cîh bînin. Komek  a ji 200 jin pêk tê bi fermandariya jinek li bajarê Texar tevlî vê hevpeymanê bûne û dane diyar kirin ku ew amadene ku tevlî cebha berxwedanê ya Afganstanê bibin.”
“Bi rêxsitinî kombûna jinan encam digre”
Esel Parsî Maniş li ser şêwaza birêxistinkirina jinan jî ev nirxandin kir: “Ger nerazîbûnên jinan bi rêxistin bibin ji sedî sed dê encam bigire. Ji ber ku kes zolma Talîbanan napejrîne. Em bi vê hêvîne ku hejmarekî ji jinan û bi giştî gel tevlî vî dengê nerazî bibin. Ji ber Talîban ezmûnên xwe berê daye, bi zulim û zexta xwe ya li ser jinan mafê wan binpêkirinê tê zanîn. Ji ber wê gel jî êdî baş wan nas dikin. Jin jî êdî jinên 20 sal berê nîne ku teslîm bibin û ji bo bi dest xistina mafê xwe derveyî beşdarbûna çalakiyan ew amadene tevlî cebha berxwedanê ya şer jî bibin. Dibe ku mêr derfet dane ku jin bê çarşef derkevin û tevlî çalakiyan bibin lê ev têr nake. Ji bo bidestxistina mafê xwe jin dikarin yekîtiya xwe mezin bikin û bibin yek deng wê encamên baştir bidest bixin.”
Piştgirî bidin Jinên afxanstanê
Esel Parsî Meniş ji bo piştevaniya jinên Afganistanê banga pirştevaniyê li jinên Rojavayê Kurdistanê kir û wiha domand: “Em ji hemû jinan rica dikin ku jinên Afganstanê bi tenê nehêlin û piştgirî bidin wan. Ji ber ku ew di wan şertên dijwar de bi cesaret dengê xwe bilind kirine û nerazîbûn nîşan dane. Ew amadene li dijî Talîbanan tevlî şer bibin. Tecrubeya jinên Rojavayê Kurdistanê di rewşên wiha de hene, em piştevaniyê ji wan dixwazin. Ji ber wan xwe perwerde kirin û li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê şer kirin. Em bawerin dê bikarin bi me re jî bibin alîkar û rê nîşan bidin.” 
Esel ev tişt li axaftinên xwe zêde kir: “Nêzî hezar dîl di cebha berxwedanê da ne û pêwîstiyên berxwedêran bi derman û xwarinê heye. Dervayî leşkeran zarok û malbat jî li virin ku di şer de rewşa van nebaşe û pêwîstiya xwe bi alîkariya tenduristiyê heye.”