Jinên Şengalî: Armanca êrişên li ser Şengal û Mexmûrê yek e

Jinên Êzidî êrîşên li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê wargehê anîn ziman. Jinên Şengalî gotin ku armanca êrişên li ser Şengal û Mexmûrê yek e dan zanîn ku dê berxwedana wan jî yek be.

HÊVÎDAR ŞENGAL

Şengal-Li Şengalê ji bo piştgirîdayîna berxwedana gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo du rojan çalakiya konvedanê hat lidarxistin. Di çalakiya konê ya bi şiara “Şengal û Mexmûr yek in nes nikare îradeya me tune bike” de ji aliyê tevahî sazî û dezgehên Şengalê ve serdanê wê hat kirin û gel bi vê çalakiya xwe berxwedana Wargeha Şehîd Rustem Cûdî pîroz kir, hewldanên Hikumeta Iraqê jî şermezar kirin.

 Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kamla Emer û Edûl Şemo jî armanc û pitgiriyên xwe yên ji bo vê çalakiyê anîn ziman û gotin: “Êrîşên li ser Rojava Mexmûr û Şengalê yek in wê berxwedana wan jî heman be.”

‘Em bi gelê Mexmûrê re ne’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kamla Emer di destpêka gotinên xwe de berxwedana gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî Silav kir û bi van gotinên piştgiriya xwe anî ziman: “Ev 8 roj in gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî li hemberî kiryarên kirêt ên hikumeta Iraqê li ser piyan e û berxwedana xwe didomîne. Me jî weke civaka Êzidî bi konê berxwedanê piştigiriya xwe ya ji bo gelê wargehê nîşan da. Em bi gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî re ne.”

‘Têkoşîna wan a me ye’

Kamla Emer di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku êrîşên li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî û yên li ser Şengalê heman in û wiha nirxand: “Di fermanê de gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û gelê Rojavayê Kurdistanê bi hewara me ve hatin îro Şengal jî li ser piyan e û li dijî tevahî êrîş û hewldanên dagirkeriyê têkoşînê dimeşîne.”

‘Berxwedana jinan mîna 3’ê Adara 2017’an a Şengalê bû’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo jî bi heman hestan berxwedan û têkoşîna wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi taybetî têkoşîna dayikên Mexmûrê silav kir, rêza xwe nîşan da û hêviyên serkeftinê ji bo wargehê xwest. Dayê Edûl bal kişand ser dîmenên jinan û gelê Mexmûrê ê ku rê li xendekan digirt û got: “Dîmenên jinên wargehê dîroka 3’ê Adara 2017’an bi bîra me anîn. Di wê dîrokê de wê demê PDK’ê jî dixwest vîna me binpê bike û xendekan çêbike lê dîsa bi vîna jin û dayikan me rê neda xendekan û me li hemberî wan li ber xwe da. Rewşa niha ya Mexmûrê jî heman e ji ber armanca me yek e ji bo wê dijmin û êrîşên li ser me jî yek in.”

‘Iraq ketiye nava xefikê û hewl dide planên dijminan pêk bîne’

Edûl Şemo di berdewamiya gotinên xwe de bi van hevokan hikumeta Iraqê hişyar kir û got: “Siyaseta dijmin artêş û bi giştî Iraqê xistiye nava xefk û davên xwe. Em ji wan re dibêjin nekevin nava van xefikan û li gorî Erdoxanê qatil neçin ji ber wî heya niha ji bo gel tiştek nekiriye ji derveyî qetil û xwînê ji derveyî dagirkerî û komkujiyan. Em naxwazin weke gelên li ser vê axê dijîn em li dijî hukumeta Iraqê rabin ji bo wê divê Hikumeta Iraqê jî li gorî wê nêz bibe. Gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî penaberên siyasî ne. Wan ji bo doza xwe ji bo azadiya xwe berê xwe dan koçberiyê ji ber ku koletiyê nepejirandin zext û zilmê nepejirandin ji bo wê hatine wargehê Iraq jî nikare zextê û koletiyê li ser wan ferz bike em bi gelê wargehê re ne.”

Edul Şemo di dawî de jî peyam da û got: “Bila cîhan tev bizane ne ji fikrên Rêber Apo be tu civak nagihîje azadiya xwe.”