Jinên Şengalê li hemberî êrîşan perwerda çekê dibîne
Jinên Şengalê yên li hemberî êrîşan biriyara berxwedanê di 25’ê Adarê de dane niha jî perwerda çekê dibînin û dibêjin: “Emê ax û rumeta xwe biparêzin. Em parastina xwe bi dest tu hêzên biyanî ve bernadin.”
Jinên Şengalê yên li hemberî êrîşan biriyara berxwedanê di 25’ê Adarê de dane niha jî perwerda çekê dibînin û dibêjin: “Emê ax û rumeta xwe biparêzin. Em parastina xwe bi dest tu hêzên biyanî ve bernadin.”
ELMAS NAYIF-SITÎ ROZ
Şengal - Piştî fermane 3 yê Tebaxa 2014’an gelê Şengalê di her warî de xwe rêxistin kirin. Bitaybet jinên Şengalê ji bo tola keç û dayikên xwe yên ku di fermanê de hatin qetil kirin, tune kirin û firotin hildin, di her warî de xwe perwerde kirin. Ev li xweşa hêzên deshilatdarên herêmê neçu û hewl didin carekdin fermanek li ser Şengalê rakin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de Hikumeta Îraqê û Hikumeta Herêma Bakurê Kurdistanê bi peyîmanek nû ya li ser şengalê li hev kirin û gefa êrîşan li wan xwarin. Li hember lihevkirinên li ser Şengalê di nava her du aliyan de hatine erê kirin, welatiyên Şengalê bi mehane li qadan in û bertekên xwe nîşan didin. Yek ji wan jî çalakiya konê rumetê yê bi diruşma “Em hemû asayişin” di roja 117’an de berdewam dike.
Di 25’ê Adarê de jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi nûnerên YBŞ û YJŞ'ê, Asayîşa Êzidxanê, PADÊ û TAJÊ, rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê û rûspiyên herêmê re li ser rewşa dawî ya Şengalê û gefên Hikumeta Îraqê civiyan. Piştî civînê bi daxuyaniyek hevbeş biriyara xwe ya li hemberî êrîşan berxwedanê ji raya giştî re eşkerekirin. Girêdayî heman mijarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nişanda.
Jinên Şengalê yên li hemberî hemû êrîşan biriyara parastina ax û rumeta xwe dan û niha perwerda çekê dibînin dibêjin: “Em ji bo metirsiyên ser axa xwe û ji bo vêcarê jî em di fermanan de tune nebin, pêwiste em xwe perwerde bikin, ji ber civakek bê parastin her dem li ber tûnebûnê ye.”
“Emê bi çek li pêşberî wan bisekinin”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî di derbarê giringiyan xweparastinê de ev nirxandin kirin: “Em îro xwe fêrî sîlahê dikin. Berî Fermanê me ne dizanî wê pêdivî pê hebe ku jin jî çek fêr bibe lê piştî fermanê me girîngiya vê yekê dît. Jin jî divê xwe fêrî silahê bike ji ber ger werke jinên Êzidî me di fermanê de çek zanîba wê demê wê ewqas keçên me ne hatiban kûştin û revandin. Bi alîkariya gerilayên Rêber Apo me zanî ji her mirovekê re parastin şerte. Bi taybet jî gelek weke me yê ku her di qirkirin û fermanan de derbaz kûyî divê her tim girîngiya xwe parastinê bizanibe. Niha Hikumeta Îraqê dixwaze were çiyayên me û destkeftiyên me ji destê me bigire. Weke jinên Şengalê em rê nadin vê yeke, tenê bi me ma be emê çekên xwe bigirin û li pêşberî wan bisekinin.”
“Ji bo me dayikan jî perwerda çekê lazime”
EndamaTevgera Azadiya Jinê Êzidî (TAJÊ) Meyan Salih salih jî wiha qala girîngiya fêrbûna çeke kir: “Îro li vir em perwerdeya silehan dibînin. Ji me re gelek girînge ji ber me weke civaka Êzidî gelek ferman jiyane kir. Em êdî ne mecburin serê xwe li ber fermanan danin, ji ber me hêza xwe avakiriye êdî zarokên me parastina me dikin. Em jî weke dayikên wan weke xûşkên wan li beram berî her gefeke li ser Şengalê li ser çiya û zarokên em hembe emê li beramber bisekinin. Emê jî li pêşiya zarokên xwe perwerde bibin û emê bi hev re rê ji tevahî êrîşên dagirkeriyê bigirin.”