Jinên Şengalê lez dan xebatên xwe yên 8’ê Adarê

Jinên Şengalê bi coş û moraleke mezin ji bo amedekariyên 8’ê Adarê bê navber kar û xebat didin meşandin.

Şengal – Ji serê Meha adarê ve jinê Şengalê ketin tevgerê. Jinan vê carê jî Serdeşta Çiyayê Şengal û li bajarokê Xanesorê ya girêdayî Şengalê ji bo daliqandian afîşên 8’ê Adarê zend û benden xwe badan. Jinên Serdeşta çiyayê Şengalê jî kolanên xwe tev bi afişan xemilandin. Jinan dan diyarkirin ku ewê ji herdemê bi hêztir bin anîn ziman ku ewê bi rêxistina xwe hemû rojan bikin 8’ê Adarê. Di dawide jinan 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin.
“8’ê Adarê roja têkoşîna li hemberî zilmê ye”
Jina binavê Emşê Şingal di derbarê çalakiya xwe ya afiş daliqandinê de nirxanidn kir û got: “Em amadekariyên 8’ê Adarê dikin. Ez vê rojê li tevahî jinên cihan û jinên Êzidxanê pîroz dikin. Em weke jinên Şengalê ketine ferqa hêza xwe de. Ji bo em bikarin zexta li ser jinan bidin rakirin bi rêxistin bûnê me ferq da çêkirin. Berê me wateya vê rojê ne dizanî. Piştî fikrê Rêber Apo me roja xwe naskir. Ji bo me jinan ev roja têkoşîna li hemberî zilmê ye. Ji ber wê jî bi taybet ji bo me jinên Şengalê wateyeke xwe ya gelek girîng heye. Em tevahî jina vedixwînin  şahiya 8’ê Adarê.” 
Nurê  Şengal  jî bi van gotinan tevahî jinên Şengalê vexwend şahiya 8’ê Adarê: “em afişan ji bo roja xwe dadileqînin. Ji bo me wateya vê rojê çiye berê me wateya vê rojê nedizanî li bi saya fikrê rêbertî em li gelek tiştan şarezabun em vê rojê li tevahî jinan piriz dikin. Daxwaza min ji bo tevahî jina ewe kû em netenê 8’ê Adarê, tevahî rojan weke rojên xwe bibinin û tekoşîn bikin.”