Jinên Şengalê ji bo Nûjiyan xêr dan

Jinên Şengalê yên rojnameger Nûjiyan Erhan a ji bo ku êş û serpêhatiyên jinên Şengalê bi cîhanê bide bihîstin berê xwe da Şengalê û di êrîşên 3’ê Adarê de hedef hat girtin weke keça xwe dizanin û her sal vê rojê ji bo wê xêr didin.

Şengal - Di 3’ê Adara 2017’an de PDK’ê êrîşî bajaroka Xanesorê ya girêdayî Şengalê kir. Di êrîşê de 10 şervanên YBŞ’ê zarokên gelê Êzidxanê jiyana xwe ji dest dan. Wê demê Rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku bûyer dişopand jî hat siyokast kirin. Nûjiyan ji serê xwe birîndar bû û 22 yê Adara heman salê li nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên Şengalê yên Nûjiyan weke keça xwe dizanîn bi merasîmek girseyî ew li Goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan sipartin axê. Şengaliyên bi windakirina wê gelek bandorbûn her ku diçin goristanê teqez serekê li mezarê Nûjiyanê jî didin.

Jinên ciwan ên piştî Nûjiyanê pênûs û kamereya wê rakirine û hewil didin bûyerên li Şengalê diqewimin radigihînin û her kesê jê hayîdar dikin çun ser mezarê wê û xêr belav kirin. Ji jinên ciwan ên çun ser mezarê Nûjiyan Erhan Sariya Îlyas da zanîn ku Şengalî her sal vê rojê xêra Nûjiyanê didin.

“Em her sal vê rojê xêra Nûjiyan didin”

Sarya Îlyas diyar kir ku Şengalî Nûjiyanê weke keça xwe dizanin û her sal ji bo wê xêr didin û wiha domand: “Ev çar salin hevala me Nûjiyan Erhan ji nava me koç kiriye. Hevala me Nûjiyan Erhan ji çîyayên azad berê xwe de Şengalê û rastiya civeka me da diyar kirin. Nûjiyan dixwest rastiya jinên Êzidî ji cihanê re ragihîne. Em weke malbetek Êzidî her sal vê rojê ji bo Nûjiyan xêr didin. Nûjiyan ji bo malbata me û ji bo hemû Êzidiyan cudabû û ew keçek Êzidî bû. Ji bona rastîya vê civakê bide diyar kirin fermana me jiyan kirî xwest bide nişandan. 3 yê Adarê canê xwe feda kir. Hemû şehid rûnahiya çavê me ne. Birastî mirov ji bona Şehidên xwe çibike hina kême. Birayê min jî bi heval Nûjiyan re bû, bi hev re birindar bûn. Dema dibe salvegra wê em her sal xêre wê çedikin.”