Jinên Şengalê bi boneya 8’ê Adarê serdana goristanê kirin

Jinên Şengalê bi bûneya 8’ê Adarê serdana Goristana Şehit Dilgel û Şehît Berxwedan kirin.

Şengal - Jinên Şengalê hertim cejin û keyfxweşiyên xwe despêkê bi cangoriyên xwe re pîroz dikin. jinan îro jî di demjimêrên sibehê de berê xwe dan Goristanên Şehîd Dilgel û Şehîd Berxwedan û gul deynan ser gorên wan. Jinan li ser goristanê hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Em bi saya tekoşîna Şehîdên xwe îro bi aramî dijîn û van cejên xwe pîroz dikin. Ger van şehîdan ji bo me xwîn nerijandiban îro em jî wiha aram nedibûn. Em wê tucaran tekoşîna wan jibîr nekin û emê her tim şopdarên doza wan bin.”
Jina bi navê Zozan Simo di derbarê serdana xwe ya ji bo goristanê de wiha dibêje: “Em îro hatine serdana şehîtgeha xwe. Em roja 8’ê Adarê li tevahî şehidên xwe û malbatên wa pîroz dikin. Ev şehid ne tenê şehîdên malbatên xwe ne, ew Şehîdên me ne zarokên me ne. Em vê cejên li tevahî Şehîdên xwe û li Tevahî jinan pîroz dikin.”
“Emê şopdarê doza zarokên xwe bin”
Jina bi navê Niam Hiso jî bi heman şêweyî girîngiya tekoşîna Şehidên xwe wiha bi lêv kir: “Em 8’ê Adarê li tevahî Şehîdên xwe pîroz dikin. Em jî hatin serdana şehitgeha xwe. Em vê rojê li Rêber Apo û tevahî jinên Cîhanê pîroz dikin. Ne tenê zarên me tevahî kesên di ber axa me de canê xwe dane Şehîdên me û zarokên me ne. Ji ber em bi têkoşîna wan gihiştine vê rojê û emê şopdarê doza zarokên xwe bin.”