Jinên Îzmîrê ji bo 8’ê Adarê amade ne!

Bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê, amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didome. Yek ji Endama pêkhateyên platformê Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun, hemû jinan vedixwîne qadan û ji bo şîdeta li ser jinan ku di dema pandemiyê de zêde bû dibejê; "Jiyana me asayî nebûye, ji nîvî û pê ve jî asayî nebe; ji ber ku şîdet her ku diçe zêde dibe.”

ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr- Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Navneteweyî, amadekariyên ku ev demeke dirêj e li Îzmîrê bi kelecanek mezin didome, hêzek mezin girt. Wek gelek bajarên Tirkiyeyê jinên Îzmîrê jî tevî hemû bandora neyînî ya mercên pandemiyê, biryardar in ku dengên xwe li qadan bi dilsozî bilind bikin. Jinên ku di nava hefteya 8’ê Adarê de gelek çalakî li dar xistin û plan kirin, di heman demê de bernameyên xwe jî heya astek zelal aşkera kirin. Em bi yek ji Endama pêkhateyên Platforma Jinan a Îzmîrê Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkuna re li ser çalakiyên 8ê Adarê, nêzîkbûna Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û daxwazên jinan axivîn.
"Banga me ya îsal a 8’ê Adarê “xweparastina femînîst’e.” Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo maf û jiyana xwe xwe biparêzin. Li Cîhanê û Tirkiyeyê demeke dirêj e berxwedana jinan bi awayê pir zindî didome. Li dijî êrîşên li dijî Peymana Stenbolê, me li Îzmîrê bi dirûşma "Peymana Stenbolê Zindî jiyanê diparêze" bi mehan çalakî kir û  çalakiyan organîze kir. Ji bo niha me karîbû vê yekê rawestînin lê her ku êrîş berdewam dikin dê têkoşîna me bidome."
Jiyana me asayî nebû, asayî nabe jî!
Wekî ku tê zanîn, îsal  8’ê Adarê ku di salên berê de dihat pîrozkirin, xwedî wêneyek pir cuda ye. 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dê yekem car di bin siya mercên pandemiyê û gelek qedexeyan de were pîrozkirin. Bi xwezayî ev rewşa taybet di nava bernameyên hatine afirandin de pir nîşan dide. Gîzem bal kişand û got ku di hefteya 8’ê Adarê de; ew ê hem li dijî polîtîkayên mêtinger, hem jî li dijî xizaniya ku bi pandemiyê zêdetir bûye dengê xwe bêtir bilind bikin.
"Ber bi 8’ê Adarê ve; em ji aliyekî ve, pêvajoya pandemiya ku em tê de ne û pirsgirêkên cidî yên wekî xizaniyê, ji aliyek din ve, bi bîranîna hemû hevalên jin ên me winda kirine banga “Têkoşîna xwe bidomînin” dikin. Di dema pandemiyê de, her tiştê ku tevgera jinan heya niha têkoşîn û daxwaz kiriye, rastî me hatiye. Me di şîdeta nav malbatê, destavêtina nava zewacê, destdirêjî û tacîzê de zêdebûnek dît.Me dît ku her tiştê dewletê tetbîq kir an nekir, rasterast wekî şîdet vegeriya me. Tevî şîdeta aborî û psîkolojîk, di çalakiyên xwe de em rasterast rastî şîdeta fizîkî hatin. Hemû keda ragirtinê; paqijî, xwarin, xwedîkirina extiyar û zarokan li ser pişta jinan bûn. Çawa ku pandemiyê me li malê zindan kir, vana hîn bêtir bûn û em neçar man ku bi tawanbarên xwe re di heman xaniyê de bijîn. Her ku bêkarî û hejarî ji ber nexweşiya pandemiyê zêde bû, jin dîsa bûn yekem ên ku ji kar hatin derxistin. Jiyana me asayî nebûye, ji niha û pê ve ji asayî nebe; ji ber ku şîdet her ku diçe zêde dibe! "
Jin ji bo meşê dê li Alsancakê bicivin
Gizem diyar kir ku ew hewl didin ku wekî jinên ku di vê serdemê de li dijî polîtîkayên mêtinger ên dewletê jiyana xwe biparêzin rabin ser piyan, Gîzem der barê amadekariyên ku li İzmîrê ya gihîştin qonaxa xwe ya dawî gihand:
"Meşên 8'ê Adarê yên li Îzmîrê bi banga IKP tên lidarxistin. Weke Tora Parastina Jinê, em di heman demê de perçeyek çalak a platformê ne. Em ê di 8’ê Adarê 2021’an demjiber di 18.30 de li ber avahiya  OSYM’ê ya Alsancakê bicivin. Em ê ji wir, li Kolana Şehîdên Qibrisê meşek pêk bînin. Em bi hemû rêxistinên jinan re platformek fireh in. Ji 1’ê Adarê ve, em ê vîdyoya xwe ya "Banga 8’ê Adarê" parve bikin. Em ê ji medyaya civakî hem jî li kolanan bangên jinan bikin da ku di 8’ê Adarê de jiyan û mafên xwe biparêzin. Em ê di 8’ê Adarê de bi coş û enerjîk meşa 8ê Adarê bikin. Em ê îsal jî îstîsmara li ser zarokan, şîdeta aborî, laşî û psîkolojîk bi dirûşmên xwe  hilbigrin. Em her roj hevalên xwe yên jin winda dikin. Ji ber vê yekê yek ji dirûşmên me ev bû "Em nahêlin hûn welatê me bikin goristana jinan!" Ji aliyek din ve ji bo ku ji hev re bêjin ku em ne tenê û ne bêhêvî ne, em di bin her şert û mercan de mil didin hev û bi dirûşmên wekî 'Em ê nehêlin hûn sûcdarên îstîsmara  zarokan beraet bikin!', 'Em ê doza xwe ya ji bo Peymana Stenbolê bidomînin',' Em bi rengên xwe, bi hemî ziman û çandên xwe yên cihêreng hene” bixebitin. Di heman demê di 8’ê Adarê, ev jî dê daxwazên me bin."
“Dê meşek girseyî û biçoş be”
Gîzem bi bîr xist ku jin jixwe di hemû qadên jiyana rojane de têdikoşin û diyar kir ku 8'ê Adarê di wateyek de forma berbiçav a van teşeyên têkoşînê û daxwazên heyî ye:"Ji bo ku hemû jin daxwazên xwe bi dengekî bilind bidin bihîstin û tekoşîna xwe mezin dikin pir girîng e ku beşdarî 8’ê Adarê bibin. Ji bo vê sedemê, em jinan vedixwînin ku li her derê veguherin qada 8’ê Adarê. Ger ew nikaribin werin qadê jî, ew dikarin ji cihê ku lê ne, beşdarî têkoşînê bibin. Lê bêguman, di meşê de mil bi milê me hemû me pir kêfxweş bike. Ev yek ji bo ku em daxwazên xwe bi hev re bi lêv bikin, biqîrin û bêtir dengê xwe bilind bikin pir girîng e. Em bawer dikin ku dê meşek girseyî û bi coş be. Meşên 8’ê Adarê li Îzmîrê bi gelemperî di vî alî de pêk tên. Em bang li hemû jinan dikin ku roja Duşemê 8’ê Adarê saet 18.30 li Alsancakê li ber OSYM’ê bicivin. Em ji bo parastina jiyan û mafên xwe bang li hemû jinan dikin ku xweparastina femînîst bikin. "