Jinên Îtalî bi stranek piştgirî dan şoreşa jinên Rojava
Koroya Infrangibile ya bajarê Piacenza ya Îtalyayê û Rete Jin a Îtalyayê, bi armanca piştevaniya jinên Rojava û li dijî êrîşên ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê stran gotin.
Îtalya – Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê didomin. Nerazîbûnên li dijî van êrîşan û piştevaniya bi gelê Rojava re jî berfireh dibin.
Di çarçoveya piştgiriyên ji bo gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin êrîşê de ne, Koroya Infrangibile ya bajarê Piacenza ya Îtalyayê û Rete Jin a Îtalyayê, bi armanca piştevaniya bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şoreşa Jinan re stran gotin.
'Her bijî konfederalîzma demokratîk'
Koroya Infrangibile ya bajarê Piacenza ya Îtalyayê û Rete Jin a Îtalyayê, beriya ku strana xwe bêjin, wiha gotin: “Em berxwedana we bi hevaltî û piştgiriya xwe silav dikin. Her bijî Rojava, Her bijî berxwedan, Her bijî konfederalîzma demokratîk. Serkeftin.”
Gotinên sitrana komê, wiha ne:
“Li ser riya Rojava
Li asîmanê Sûriyê,
ala ji bo partîzanê ku diçe şer şîna ye,
Şîna partîzan e,
ku diçe şer,
Em ji bo jiyanê û ji bo erdê şer dikin,
Yên ku derketin,
ew venegeriyan,
Tenê ji ber ku kurd bûn hatin kuştin,
Hevalên ji Rojava, erd sor e,
heta serkeftinê,
heta saxbûnê
em têbikoşin.”