Jinên Îtalî bi stranek piştgirî dan şoreşa jinên Rojava

Koroya Infrangibile ya bajarê Piacenza ya Îtalyayê û Rete Jin a Îtalyayê, bi armanca piştevaniya jinên Rojava û li dijî êrîşên ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê stran gotin.

Îtalya – Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê didomin. Nerazîbûnên li dijî van êrîşan û piştevaniya bi gelê Rojava re jî berfireh dibin.

Di çarçoveya piştgiriyên ji bo gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin êrîşê de ne, Koroya Infrangibile ya bajarê Piacenza ya Îtalyayê û Rete Jin a Îtalyayê, bi armanca piştevaniya bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şoreşa Jinan re stran gotin.
'Her bijî konfederalîzma demokratîk'

Koroya Infrangibile ya bajarê Piacenza ya Îtalyayê û Rete Jin a Îtalyayê, beriya ku strana xwe bêjin, wiha gotin: “Em berxwedana we bi hevaltî û piştgiriya xwe silav dikin. Her bijî Rojava, Her bijî berxwedan, Her bijî konfederalîzma demokratîk. Serkeftin.”

Gotinên sitrana komê, wiha ne:

“Li ser riya Rojava 

Li asîmanê Sûriyê,

ala ji bo partîzanê ku diçe şer şîna ye,

Şîna partîzan e,

ku diçe şer,

Em ji bo jiyanê û ji bo erdê şer dikin,

Yên ku derketin,

ew venegeriyan,

Tenê ji ber ku kurd bûn hatin kuştin,

Hevalên ji Rojava, erd sor e,

heta serkeftinê,

heta saxbûnê

em têbikoşin.”