Jinên Êzidîxanê rojnamevan Nûjiyan Erhan bibîranî

Jinên ciwan ên ji rojnameger Nûjiyan Erhan bandor bûne û di çapemeniya Êzidîxanê de dixebitin li gel endamên TAJ’ê çun goristanê û Nûjiyan bi bîranî.

Şengal - 3’ê Adara 2017’an jî ji bo Şengaliyan weke roja fermanê ye. Di berbanga sibê de PDK’ê dor li bajaroka Xanesorê ya girêdayî Şengalê girt û êrîş bire  ser wan. Di êrîşê de 10 şervanên YBŞ’ê zarokên gelê Êzidxanê jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ve li Şengalê dima û bûyer dişopand jî hat hedefgirtin. Nûjiyan ji serê xwe birîndar bû û 22 yê Adara heman salê li nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên Şengalê yên Nûjiyan weke keça xwe dizanîn bi merasîmek girseyî ew li Goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan sipartinbûn axê. Şengaliyên bi windakirina wê gelek bandorbûn her sal 19’ê Adarê ji bo Nûjiyan xêr didin û 20’ê Adarê jî diçin ser goristanê û wê bibîr tînin.

Jinên ciwan ên Şengalê yên pênûs û kamereya Nûjiyan Erhan li erde nehêlane bi dayikên Şengalê û endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJ) ê çun ser goristanê û rojnameger Nûjiyan Erhan bi bîranîn. Piştî ku gulên ji serê salê ve di qotiyan de danîne û li benda îro hêlane li ser mezarê Nûjiyan danîn daxuyanî dan.

“Emê şopdarê Nûjiyan bin”

Nesrîn Hisên daxuyanî xwend û diyar kir ku ew weke jinên ciwanê ên Şengalê dê şopdarên Nujiyan bin û wiha domand: “Emê heya dawiyê xwedî li xeta ragihandina Nujiyan derbikevi, wê  hertim pênus û kameraya di destên Nujiyan de diroka rast û heqîqetê binivise. Rojnamevan û hevala me Nujîyan Erhan piştî fermana 3 yê Tebxa 2014’an ji bo êşa civak Êzidî ji tevahî cîhanê  re ragihîne û ji bo ev ferman jî weke fermanên din di tariyê de nemîne berê xwe da Şengalê. Li şengalê yek yek bermahîyên pergala desthiladar a li ser mejî dil û rihê her jin û zarokek Êzdî hatî sepandin Nujiyan bi pênûs û kamera xwe vegot û hişt kû dilê tevahî jinên cihanê li Şengalê lêbide.

Pêşeng û kedkara çapemeniya Azad Nûjiyan Erhan dema ku dîmen digirt, bû hedefa guleyên pêşmergeyên PDK’ê û giran birîndar bû û di 20’ê Adarê 2017’an de jî tevlî nava karwanên şehîdên azadiyê bû. Çawa ku Nûjiyan Erhan bû şopdarê Gurbet, Xelîl, Hebûn, Deniz û Agiran,  em kedkarên çapemeniya azad û zaroken Ezidîxanê em sonda wê didin ku emê li ser heman Şopa ku hevala me Nujiyan li ser meşîya yî bibin avakerê jiyana nû û bibin Nûjiyan.''