Jinên Êzidî yên Helebê: Divê hesap ji berpirsên komkujiyê bê pirsîn

Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê bi daxuyaniyekê komkujiya li dijî gelê Êzidî şermezar kir û banga "Hesab ji berpirsên komkujiya li Şengalê bipirsin" kir.

Heleb – Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê bi boneya salvegera 10’yemîn a fermana 74’an ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê û endamên Kongra Star li ber Komîngeha Şehîd Seqir û Ferhad a li taxa Eşrefiyê hate dayîn.  Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê Sozdar Cuma û Sîdar Derwîş ve hat xwendin. 

Di daxuyaniya bi zimanê Kurdî hatî xwendin de komkujiya 10 sal berê ya li Şengalê wek komkujiya herî hovane ya sedsala 21’an de hate binavkirin û ev tişt hate gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîn, jin revandin, li bazaran firotin û tecawiz lê kirin. Ev sûcên ku xaleke reş li eniya mirovahiyê ye şopeke xirab li dirûniya jinan hiştiye.”

Banga hesabpirsînê hate kirin

Di daxuyaniyê de berxwedana YPG, YPJ û gerîlayên azadiya ya rizgarkirina Şengalê hat bibîrxistin û wiha hate gotin: “Fedakariyên YPG, YPJ, gerîlayên HPG û YJA-Starê li pêşiya komkujiyên zêdetir girtin û zemîna avakirina YBŞ û YJŞ’ê danî." 

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo berpirsên komkujiya li Şengalê lêpirsîneke navneteweyî were vekirin û hesap bê pirsîn. 

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê" hatin berzkirin.