Jinên Êzidî piştgirî dan berxwedana li Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiye
Jinên Êzidî têkildarî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Şehbayê diyar kirin ku DAIŞ bi naveke din xwe ji nû ve birêxistin dike û destnîşan kirin ku li dijî êrişan divê heft salî heta heftê salî her kes tev li parastin û berxwedanê bibe.
Şengal – Di 27'ê Mijdarê de çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk ji aliyê gundewarên rojavayê Helebê li dijî hêzên hikûmeta Şamê dest bi êrişên dijwar kirin. Şêniyên Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî xwe li hemberî her rewşê birêxistin dikin. Di rastvenheva berxwedana şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiye de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ji duh ve êrişên giran dibe li ser Şehbayê ku gelê Efrînê yê ji ber êrişên daqirkeriyê yê dewleta Tirk koçber bûne, lê dijîn.
Jinên Êzidî yên li hemberî êrişan bertek nîşan dan, piştgiriya xwe bi jinên li Şehbayê, Şêx Meqsûd û Eşrefiye re anîn ziman û gotin ku êrişên heyî her çiqas bi navê cûda tê kirin jî feraset a DAIŞ’ê ye û dewleta Tirk dixwaze DAIŞ’ê zindî bike.
‘Xeteriya li ser Rojava xeteriya li ser Şengalê ye’
Nafiya Şengal bal kişand êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da zanîn ku bila tu kes xwe nexapîne ji ber niha DAIŞ bin naveke din xwe ji nû ve zindî û birêxistin dike û wiha got: “Ev çend roj in şereke dijwar li Helebê diqewime û niha çeteyên ku di bin kontrola dewleta Tirk de ne êrişî Rojava dikin. Ji ber vê yekê divê wek civak em xwe nexapînin û nebêjin şer ne aliyê me ye. Xeteriya li ser Rojava xeteriya li ser Şengalê ye. Her du bi hev re girêdayî ne. Dê dawiya dawî şer berê xwe bide van deran jî. Lê ger em îro roj li dijî van êrişan li ber xwe nedin, hêza xwe ya YBŞ-YJŞ-Asayîşê xurt nekin, hay ji me nebe ji fermanê xirabtir tişt bên serê me û biqewimin. Lazim e em pişta xwe bidin hêza xwe. Di sala 2014’an de dema DAIŞ êrişê Tilefer û Musilê kir me got dê neyê vir û me wisa xwe xapand. Lê ji wan deran bêtir êriş bi ser me de hat. Ji wan deran zêdetir qetliam bi serê me de hat û heta niha bi hezaran jinên Êzidî di destê çeteyan de ne. Daxwaz û banga min ji miletê me ev e ku piştgirî bidin hêza xwe ya civakî.”
‘Divê tu kes cih û warê xwe terk neke’
Nafiya Şengal anî ziman ku hêzên dijî Şoreşa Jinan dixwazin dîsa bi destê DAIŞ’ê civakên ku xwe bi xwe bi rêve dibin ji holê rabikin û ev nirxandin kir: “Lê êdî Şengal ne Şengala berê ye û ne ew wextê berê ye. Tenê daxwazeke min ji miletê me heye ew jî divê careke din tu êriş û zextê li ser xwe qebûl nekin. Divê ji heft salî heta heftê salî her kes tev li berxwedanê bibe.”
‘Ger em parastina xwe nekin tu kes nikare parastina me bike’
Neam Xelef jî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xist û diyar kir ku di sala 2014’an de hemû cîhan dîtiye ka çi bi serê civaka Êzidî hatiye lê xwe ker, lal û kor kirine û ev tişt got: “Wê demê me jî xwe ker, lal û kor kiribû lê niha hêzeke me ya ku ji keç û xortên me pêk tê heye, berxwedaniya me heye. Ger em bi destê xwe parastina xwe nekin kes nikare parastina me bike. Ji ber beriya niha me baweriya xwe bi hinek aliyan anî bûn lê çi bi serê me hat hemû cîhan dît. Niha baweriya me derveyî hêza me bi tu aliyan nayê. Niha DAIŞ xwe ji nû ve zindî kir, li Heleb û Rojava êrişan pêk tîne. Lê mixabin dîsa li hemberî van êrişan hêzên herêmî û navnetweyî xwe ker, lal û kor kirine.”
‘Divê dest bidin destê hev’
Neam Xelef ragihand ku di sala 2014’an de dema DAIŞ êrişî her derê kiriye wekî her kesî ew jî bi bertek û helwest maye lê dawiya dawîn êriş gihiştiye Şengalê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Lê divê vê carî em tiştên diqewimin tenê temaşe nekin. DAIŞ kî ye, DAIŞ dewleta Tirk e, dîsa dewleta Tirk DAIŞ’ek xwe çêkiriye û êrişê her derê dike. Lê êdî em ne wek berê ne, hêza me heye, li dijî her cure êrişan bi zarokên xwe re li ber xwe bidin. Em careke din li hember êrişên bi vî rengî serî natewînin û li ber xwe bidin. Di sala 2014’an de civak ji ber êrişên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe reviyan lê vê carê ne wisa be. Niha li çiyayê Şengalê hêz û Derweşên me hene û em ê li ber xwe bidin. Banga min ji keç û xortên me, ji civaka me re divê dest bidin destê hev û li dijî êrişan li ber xwe bidin.”