Jinên Êzidî: Ji rastiya fermanê, herikîn ber bi şoreşa jinê ve

Li cîhanê îro bandora tekoşîna jinên Kurdistanî deng da ye. A ku li Şengalê jî hatî bi serxistin ev heqîqete. Ev heqîqet felsefeya jin, jiyan, azadî ye. Êdî jin, jiyan, azadî rastiyekî ebedî ye ji bo siberoja hemû jinan.

ZEHRA ŞENGALÎ

Mirov çiqas behsa rastiya jinên Êzidî bike, wê her tim xwe di vegotinê de kêm bibîne. Em her ku berê xwe didin pêşketinên jinên êzidî, bêhemdê me be jî em vedigerin dem û ew kêliyên fermana 2014’an. Dema ev diçin wê demê jî rastiya du wêneyên pir ji hev cuda derdikeve pêşiya me,  yek rewşa bê bêçaretiya jin a wê demê ye, yê duyem jî jina têkoşer û berxwedêr. Dibe ku mirov hîna jî bi kûranî li ser nav lêkirina vê rastiyê bisekine. Di dîroka nêz ya tekoşîna jinan de di şexsê civaka êzidî de neteweya jin fermana herî giran jiyan kir. Di rastiya civakbûna mirov de dibe ku em kêm rastî rewşekî ev çend giran yê bi trajediyan ve tije ye werin. Ger em rastî werin jî, divê em ne dem û ne jî asta pêşketina mirov paş guh bikin. Lê ez bawer dikim, em kêm rastî fermanekî wiha ya li dijî jinan pêk hatî tên.

Mirov dema li hemberî vê heqîqetê sernavekî mîna ya min ji vê nivîsê re avêtiye hilbijêre ew dem mane, ji me hesab dixweze, bi pêsîra me digre û dibêje; Ey mirov, ey jinên ku min di hebûna xwe de xwedî dikin hun min çawa pênase dikin.? Dema ku em hewl didin û dikevin cîhana her jineke Êzidî hebûna maneyê jî, ji me venabê. Em her roj û her kêliyê dibin şahid ku jinên êzidî gavekî din nêzî azadiyê dibin. Bi azadiya xwe re civakê azad dikin.  

Di dema şoreşa jin a Jin, Jiyan, Azadî de dijîn

Li Şengalê tekoşîna jinên êzidî dimeşînin, di her alî de mohra xwe li pêşketinên civaka êzidî dixîne. Tekoşîn bi rêxistin dike, ava dike, hêvî çêdike, sibe rojê pêşdixe, pêşengiyê pênase dike, heskirinê bi wate dike û di kombûna van hemûyan de jî li dora jinê, jiyana azad tê bi rêxistinkirin. Jinên êzidî jiyana azad bi rêxistin dikin. Li cihekî jî dema jiyana azad were bi rêxistinkirin û bi serbikeve li wir her gavên li ser navê nirxên mirovahiyê bên avêtin wê ew gav bi rengekî saxlem rehên xwe berdê nav şaneyên civakê. Ev deh sale li Şengalê jinên êzidî, tekoşînekî li ser vê esasî didin meşandin. Û ji tevahî cîhanê re nîşan dan bê ka tişta herî zehmet jî çawa bi serdikeve. Tişta herî zehmet çiye gelo? Bêguman em behsa rastiya fermana 2014’an hat jiyankirin û yên beriya wê dikin. Jinên êzidî di nava deh salan de tekoşîna herî dijwar li hemberî bîr û hişmendiya ku digot; jin nikare tekoşîn pêşbixîne û şerê azadiyê bimeşînê da ye meşandin. Her kêlî û gava wê bi rihetî nehat avêtin û avakirin. Di nav sanciyên pir mezin de ev heqîqet ava bû. Hîna jî ev heqîqeta ku di rastiya jinên Êzidî de serî hildayî, di nav sanciyan de di lêgerîna kamilbûn û ahenga yekparebûnê de pêşketinên nû dijî. Ev jî bi xwezaya jin re yekpare ye. Viya jî bi xwe ferq kirinê re pêşkdikeve. Em tam jî Karin vê rastiyê ji bo jinên êzidî îfade bikin. Ew di dema xwe ferqkirinê de ne, di dema bi hêz û îradeya xweyî tekoşînê naskirinê de dijîn. Ew di dema şoreşa jin a Jin, Jiyan, Azadî de dijîn. Ew di dema xweyî herî zêrîn de dijîn.

Lê kêleka van pêşketinên me qala wan kir, bêguman rêyekî ya tekoşînê pir dirêj li pêşiya jinên êzidî heye. Bi qasî tekoşîn domdar bibe wê ewqasî pêşketin, guhertin û veguhertina civaka êzidî di rastiya jin de mayînde bibe. Ji bona wê em gavên di nava deh salan de hatine avêtin mîna hêz û potansyela şoreşa civakî pêşbixîne digrin dest. Ya rast jî ev e ku em her tim viya bînin ziman û vebêjin. Li kêleka viya eger em kêmekbê jî vegerin dema berî deh salan bêguman wê gelek tişt hebin ku hîna jî teysa xwe li roja îro dike derbikevin pêşiya me. Em tev dizanin û cîhanê jî, ji wê demê re şahidî kir bê ka civaka meyî êzidî di şexsê jin de çiqas fermanekî di nava xwe de her cûre tundî tê de heyî re rû berû hat. Ger em rastiya wê demê baş nebînin, wekî jin hîs nekin û nedin hîskirin em nikaribin herikîna jinên êzidî ya ber bi şoreşa jin û xwedî derketina wê ya li hemû nirxên jin ava kirî rast şirove bikin.

Jinên êzidî roja 25 Mijdarê di cîhana xwe yê hişmendî û tekoşînê de bi wate dikin

Li gorî vê rastiyê di dema fermanê de tundiya herî giran jinên êzidî jiyan kirin. Di bîr û hişmendiya jin û civakê de hîna jî şopa êşên giran û trajediyekî kûr xûyanî dibe. Deh sal di ser fermanê re derbas bûne lê, hîna jinên êzidî tekoşîna herî mezin ji bo derbaskirina wan şopên giran ên fermanê didin. Ev jî bi rihetî çênabe berovajî, bi gelek bend, astengî û zehmetiyan re hîna jî rû berû dimîne. Çima? Ji ber ku pirsgirêkên civakî di her alî de giran bûne. Bandorên zihniyeta mêr her ku diçe teyîsa xwe li her qada jiyanê dike. Zayendperestiya civakî, astengiyên malbatî, qedexeyên bi awayekî xwezayî jin qebûl kirî, zextên di bin kirasê namusê de li jin hatî kirin, bi rêya zewac û evînên sexte terbiyekirina jin û hwd. Hin ji pirsgirêkên esasî yên tên jiyan kirine. Viya jî di jiyana rojane de bi awayekî neynî taysa xwe li ser jinan dike. Jin çawa ku li her derê bi van pirsgirêkan re rû berû tên, li şengalê jî ev pirsgirêk tên jiyan kirin. Rastiya tekoşînê bi xwe re dahûrîna van pirsgirêkan derxist hole. Di nava deh salên tekoşîna derbas bûyî de TAJÊ, li ser hîmê biryardariyê û jibo derbaskirina hişmendiya zayendperetiya civakî ya li ser jin ferz dike, ji bo mezinkirina xebatê rêxistiniya jin, avakirina şoreşa zihnî û bilindkirina tekoşînê ji guhertin û veguhertina civakê re pêşengiyê dike. Jinên êzidî Evîna mezin, jiyana bi rûmet, hêviya siberojê, hevdîtina bê dawî ya bi azadiyê re di vê felsefeyê de bawer dikin wê bi dest bixînin.  Bi vê bîr û baweriyê jinên êzidî roja 25 Mijdarê di cîhana xwe yê hişmendî û tekoşînê de bi wate dikin.

Bêguman, bandora fikir û felsefeya Rêber Apo di avakirina vê hişmendiyê de pir mezin heye. Bi taybetî jî nêzîkatiya Rêber Apo ya ji azadiya jin û civakê re raste rast têkiliya xwe pêre heye. Viya jinên êzidî bi xwe jî tînin ziman. Îro jinên êzidî li ser mîrasa tekoşîna jinê ya dîrokî û rihê wê yê berxwedêr ji nûve xwe ji xweliya xwe diafirîne. Bi vê bîr û baweriyê xwedî li roja 25 Mijdarê derdikeve.  

Siberoja hemû jinan

Jin bi tekoşîna xwe, di dema xweyî şoreşî de derbas dibe. Ji ber wê, em karin bêjin ev dema ku em tê de dijîn di gelek aliyan de ji demên beriya xwe cudatir e. Bêguman cudahiya xwe, ji rastiya tekoşîna jinan çavkaniya xwe digre. Jinên êzidî bi tekoşîna xwe bûne parçeyekî ji vê heqîqeta serdemê. Di her sedemekî dîrokê de jinê bi fedekarî, berdêl, tekoşîn û berxwedanê li hemberî neheqiyê serî rakirî. Carina weke zayend bi rêbazekî ji xwebawer, wêrek û serbixwe li dijî zilmê sekiniye, carna jî bi xwe re civak rakirî, kiriye kirde û navgîna serxistina tekoşînê. Lê tim û tim jinê, ji dîrokê û heta roja îro tekoşîn pêşxistî û li hemberî tevahî bendên pergala mêr-dewletê li ber xwe da ye. Jinê hem ji bo xwe û civak avakirinê tekoşînekî mezin da ye, hem li hemberî rastiya mêr û desthilatdariya wî şerekî bê eman meşandî. Ya ku îro ji hemû jinan tê xwestin li hemberî pergala mêr-dewletê hevpariya di warê ruhî de ye. Li cîhanê îro bandora tekoşîna jinên Kurdistanî deng da ye. Hêz, bawerî û hêvî daye hemû jinan û civakên azadîxwaz. A ku li Şengalê jî hatî bi serxistin ev heqîqete. Ev heqîqet felsefeya jin, jiyan, azadî ye. Êdî jin, jiyan, azadî rastiyekî ebedî ye ji bo siberoja hemû jinan..