Jinên Êzidî ji bo Abdullah Ocalan name ji DMME re şandin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekîneyên Jinên Şengalê nameyekê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re nivîsandin û di nameyê de diyarkirin ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
Şengal - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekîneyên Jinên Şengalê nameyekê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re nivîsandin û di nameyê de diyarkirin ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Di nameya TAJÊ û YJŞ’ê de hate diyar kirin ku divê dawî li cezayên disiplînê yên dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn. Li gor zagonên biryara dadgeha mafê mirovan, mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve meriyetê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya were mîsogerkirin.
Naveroka nameyê bi vî rengî ye:
Di destpêka nameyê de hat destnîşan kirin ku xilaskerê fermana ku civaka Êzidî jiyan kirî gêrîlayên azadiya Kurdistanê bû û ev tişt hate gotin: “Em wek civaka Êzidî, civakek aştîxwaz xwedî bawerî û çandek demokratîk a kevnar ya hezar salan e. Ji milê sîstema baviksalarî ya qirker ve em rastî 74 fermanan hatine, fermana dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên Daîşê ve bi hovane li ser civaka me pêk hat. Di wan rojên zehmet de, di nav qetilkirin, koçberî û qirkinê de yê ku bû hêviya jiyana me, bi ked û xwîna xwe Şengal ji Daîş rizgar kirin, bi fikir û felsefa Rêber Apo, gêrîlayên azadiyê bûn. Îro bi fikir û felsefa Rêber Apo me wek jin û civaka Êzidî xwe rêxistin kiriye.”
‘Bila dadgehên mafên mirovan xwedî li erkên xwe derbikevin’
Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin û wiha hate gotin: “Ev 26 sal in ku Rêberê netewî Abdullah Ocalan di encama komploya navnetewî de, li Îmralî di yek hûcreyê de bi awayek ne hiqûqî dîlgirtî ye. Ji 25’ê Adara 2021’an ve ne parêzer, ne jî malbat nikarin biçin Îmralî û bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dîroka zîndana Îmralî û kiryarên dewleta Tirk tê zanîn, ji ber vê yekê li holê rewşek metirsîdar heye, ji bo me û bi milyonan mirovên azadîxwaz. Em di nav fikaran de ne. Ger mafê mirovan heye wê demê, ka mafê mirovan? Çima dadgeha mafê mirovan xwedî li qanûnên xwe dernakeve, qanûnên xwe binpê dike? Dewleta Tirk bi zanebûn ji bo mafê hêviyê pêk neyê her car cezayê disiplînê li ser Rêber Apo dibire. Her dawî di 3’ê Gulanê de cezayê 6 mehan birî. Çima dadgeha mafê mirovan vê yekê lêkolîn nake? Ev diyar dibe ku çavên xwe jê re digirin. Midûriyeta giştî ya girtîgehan a girêdayî wezareta dadê gotibû tecrîd nîne, her wiha wezareta edaletê ya dewleta Tirk jî dibêje li Îmralî tecrîd tune ye. Lê li Îmralî ev 26 salin tecrîda derveyî mirovî tê jiyan kirin. Pê ve girêdayî ruxmê bi sedan name ji CPT’î re hatine şandin jî çima heya niha ji raya giştî re rapor nehatine parve kirin?”
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye’
Di dawiya nameyê de ev tişt hate gotin: “Projeya Rêbertî ya Netewa Demokratîk çareseriya hemû pirgirêkan ango qeyranên heyî ye. Rêbertî kilîda aştî û demokrasiyê ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye. Em wek jinên Êzidî dibêjin edalet û azadî ji bo Rêberê netewî Rêber Abdullah Ocalan re.”
Li ser vê bingehî:
1. Dawî li cezayên disiplînê yên dewleta Tirk bê anîn.
2. Ji bo Îmralî Serdana bijîjk, her wiha hevdîtin bi malbat û parêzerên Rêbertî re bê çêkirin.
3. Ji aliyê CPT ve encama rapora serdana Îmralî, ji raya giştî re bê parve kirin.
4. Li gor zagonên biryara dadgeha mafê mirovan, mafê hêviyê ji bo Rêber Apo bikeve meriyetê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin.