Jinên Êzîdî Jenosîdê bi sernava "Ferman" ê nîqaş dikin
Li ser qirkirina DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de ser Şengalê kir re 7 sal derbas bû. Jinên Êzidî yên ji Şengalê, ku tiştên hatine jiyîn ji bîr nakin û ji bo ku neyên jibîrkirin çalakî li dar dixin, panelek jî li ser mijara"Ferman" ê li dar xistin.
Şengal - Jinên Êzidî yên ji Şengalê girêdayî qirkirina ku jiyane di panelê de hatin cem hev. Jinên ku danê sibehê li salona ku panel lê hat lidarxistin kom bûn, bi kincên xwe yên herêmî cihê xwe di salonê de girtin, wêne û pankartên ku pêvajoya qirkirinê vedibêjin li qada ku panel lê hatî lidarxstinbi cîh kirin. Panela "Ferman" bi pêşengiya berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî dest pê kir.
"Her cihê ku me destê xwe dirêj kirê, pişta xwe da me ..."
Sabîha Sebrî li ser rewşa jinên li Şengalê yên berî fermanê, di fermana 74’emîn de çi qewimî û rêxistinbûna jinên Êzîdî ya piştî fermanê, ku bersîva fermanê bû axivî.
“Rêveberiya Şengalê beriya fermanê di destê hikûmeta navendî ya Iraqê de bû. Di sîstema ku hikûmeta Iraqê li Şengalê çêkir de Êzidî tune bûn. Rengê jinê qet tune bû. Jin di pozîsyoneke ku ne di rêveberiyan de, di malê de girtî bûn. Fermana ku li Şengalê pêk hat ji pergala ku li Şengalê hebû sud girt. 12 hezar pêşmergeyên KDP’ê û 7 hezar hêzên leşkerî yên Iraqê ku roja fermanê li Şengalê bûn reviyan. Gelek ciwanên Êzîdî xwe avêtin pêşiya pêşmergeyan û çek û alîkarî xwestin, lê pêşmergeyan li Gir Zerik, Serdeşte û Zorova bi dehan ciwanên me gulebaran kirin û şehîd kirin. Her cihê ku me xwe gihandê pişta xwe da me û xiyanet li me kir. Bi hezaran kesî berê xwe da çiyayan. Bi dehan dayikan zarokên xwe yên ku ji tî û birçîna di destên wan de mirin, spartin axê. Bi dehan jinan ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin. Em Êzidî, bi taybetî jinên Êzîdî, di kûrahiya êşa ku me di fermanê de jiyayî xwe li jiyanê girt. "
"Hêz û cesareta me heye em li hember her hêza ku zihniyeta DAIŞ’ê hildigire bisekinin"
Sabîha di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser berxwedana di fermanê de pêş ketiye û ev tişt lê zêde kir; "Me Êzîdî li silsila çiyayê ji Çilmera dirêj dibe berxweda û em li kêleka gerîlayên hatin alîkariya me bûn. Weke hêza parastinê, me piştî demekê xwe bi rêxistin kir û fêrî berxwedana li dijî barbarên DAIŞ'ê bûn. Îro, hêz û cesareta me heye em li hember her hêza ku zîhniyeta DAIŞ’ê hildigire bisekinin. Gerîlayên ku em di fermanê de parastin û nobedariya me kirin û Êzidî bi fikra azadiyê anîn cem hev. ”
"Divê erdnîgariyê de tenêbûn bi qasî fermanê giran bû"
Piştî axaftina vekirinê ya panelê, dayikên di pêvajoya qirkirinê de li ber xwe dan, mafê axaftinê girtin. Endama TAJÊ Kinê Xidir şahidiyên xwe yên di pêvajoya fermanê de vegot û diyar kir ku di hefteya yekemîn a qirkirinê de ew neçar mane cenazeyên bê can li çiyayên Şengalê defin bikin. Kinê Xidir got: “Roja fermanê kes bi me re nebû. Di vê erdnîgariyê de tenêbûn bi qasî fermanekê giran bû. Gerîla hatin cem me, wan birînên me derman kirin. Me wan bi cewhera xwe re kiriye yek.”
Mamosta Diya Şengalî soza xwe ya têkoşîna li dijî hêzên ku qirkirina Êzîdiyan pêk anîne dubare kir û bivî awayî axivî: "Bila soza me be ku em ê tola êşên di fermanê de bi me danekişan hilbigrin. Tu kes wê nikaribe wek di fermanê de li me xîstin disa li me bixin. Çawa ku me tifaqa 9’ê Cotmehê vala derxist, em amade ne her tifaq û komploya ku wê ji niha û pê ve li ser me bê kirin pûç bikin.”
Rûniştina yekemîn a panelê piştî jinên Êzidî tecrubeyên xwe yên berxwedanê parve kirin bi dawî bû.
Sernavên rûniştina duyemîn jî: Jenosîd, xweserî û parastin e
Di rûniştina duyemîn a panela "Ferman" de, rewşa bi hezaran êsîr, ku tê de texmînkirin 177 jin hene, di destê DAIŞ’ê de ne, dê ji aliyê panellist û endama Desteya Weqfa Koma Piştgiriya Jinên Êzidî Ferîde Sado, ve were vegotin. Piştî nîvro, dê mijarên "qirkirina wekî ferman, xweserî û xweparastina jinên Êzidî" di panelê de werin nîqaşkirin.