Jinên Êzidî: Em êşa xwe vediguherînin hêz û vînê

Jinên Êzidî bal kişandin ku dewleta Tirk bi êrişên li ser Şengalê, rêxistinbûna jin û civaka Êzidî yê piştî fermana 3’ê Tebaxê bihêz bû hedef digre û gotin ku ewê êşa xwe ya ji ber van êrişan veguherînin hêz û vîna jiyana azad.

Şengal - Di 29’ê vê mehê de dewleta Tirk li ser riya di navbera gundê Werdiyê û Ziravkê yê ser bajarokê Tilizêr de wesayîda Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bomberbaran kir. Di encama êrişê de endamê saziya mabatên şehîdan Sadûn Mîrza Elî yê bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest da. Jinên Êzidî yên li dijî êrişan bertekên xwe anîn ziman, destnîşan kirin ku dewleta Tirk ê civaka Êzidî yê ku piştî fermanê xwe birêxistin kirin hedef digre û gotin êriş nikare vîn û têkoşîna wan rawestîne.

 ‘Ji bo parastina axê me bi sedan egîd dan’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Îlyas li dijî êrîşên deweta Tirk hêrs û kîna xwe anî ziman û got: “Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de me qehremanekî xwe ji dest da. Rast e em pir pê êşiyan lê em êşa xwe vediguherînin hêz û îradeyê û li dijî dijminan jî em bêtir bi kîn dibin. Ji bo ev ax bê parastin, me bi sedan egîd dan ger roja îro em li ser vê axê bi çanda xwe dijîn ji ber egîdî û lehengiya zarokên me û gerîlayên azadiyê ye.”

‘Li ser vê axê tovên azadiyê hatine çandin’

Niam Ilyas di berdewamiya gotinên xwe de bêdengiya hukumeta Iraqê jî wiha nirxand: “Dewleta Iraqê berpirsyar e ji ber ji fermanê heya niha mafekî me nehatiye nasîn, hê jî me êşên fermanê derman nekiriye ji ber ku hukumeta em tê de ne ne ji bo civaka me kedekê dide ne jî êrişên li ser keda ku me daye dide rawestandin, berevajiyê wê bi bêdengiya xwe dibe destek. Dewleta Iraqê jî sûcdar e divê civaka me li dijî van êrişan baldar be di heman demê de divê civak li ser bêdengiya hukumeta Iraqê jî bifikire ka gelo çima bêdeng e ji bo wê divê civak bawerî bi xwe bîne. Divê civak xwe bi xwe biparêze. Heya zarokên me hebin heya hêza me hebe jinek jî bimîne careke din kesek nikare me bike koleyên xwe. Em ê xwe birêve bibin. Divê civak sazî û dezgehên xwe biparêze û xwedî li wan derbikeve. Em êdî îradeya xwe naspêrin wan, li ser vê axê tovên azadiyê hatine çandin em ê jî wan tovan bigihijînin.”

Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel jî di şexsê Sedun de tevahî şoreşgeran bi bîr anî û wiha got: “Bila serê Rêber Apo û civaka me sax be. Hevalê Sehdun yek ji malbatên şehîdan bû, xwediyê sê zarokan bû. Ew endamê saziya malbatên şehîdan bu. Bi malbatên şehîdan re eleqedar dibu pediviyen wan peşwazî dikir.  Ji ber welaparêz bû hat armancgirtin.”

‘Em ê bi mafên xwe yê rewa xwedî li şehîdên xwe derbikevin’

Niam Bedel da diyarkirin ku di roja êrişê de heman demê rayedarên Hikumeta Iraqê jî li li Turkiyeyê bûn ev êriş jî dide diyarkirin bê ka li ser çi hevdîtinan dikin û got: “Armanca wan tunekirina me ye. Hukumeta Iraqê jî hevkar e ji ber destûr dide êriş çêbibin. Ew naxwazin civaka Êzidî xwe bi rê ve bibe dixwazin tenê em weke kole di bin destên wan de bijîn lê êdî em vê yekê napejirînin. Me bi sedan şehîd dan erka me ew e ku em xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin. Em ê bi destxistina mafên xwe yên rewa xwedî li şehîdên xwe derkevin. Welatek azad nabe heya di berdêla wê de bedelên giran neyên dayîn. Em li du hedef û armancên şehîdên xwe ne. Em ê xeyalên wan ên nivçemayî pêk bînin. Em li ser doza şehîdên xwe ne.”