Jinên Êzidî di biniya TAJÊ de xwe perwerde dikin

Jinên Şengalê di biniya TAJÊ de xwe perwerde dikin û bi amadekarî dikevin nava xebatên ji nû ve avakirinê.

NEFEL ÇIYA
Şengal – Jinên Êzidî yên piştî fermana dawi ya sala 2014’an carekdinê li axa xwe ya pîroz vegeriyane xwe perwerde dikin û di her qada jiyanê de cihê xwe digrin. Bi rêbazên hevseroketiyê ku jêdera wê azadiya jinê û civaka ekolojîk û demokratîk e li warê Êzidîxanê ji nû ve jiyanê avadikin. Ji bo hîmê vê baş bê danîn û wekheviya zayendî di hemû xebatan de bê dîtin dibin banê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê de dewreyên perwerdeya xweser tên dayîn. Dewreya Perwerdê ya Şehîd Binevş despêkiriye. 
 “Me xwe bi perwerdê nas kir”
Canê Qasim a di dewreya perwerdê de cîh girtiye diyar kir ku divê hemû malbat pêşiya keçên xwe veke ji bo xwe perwerde bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ev sê roj in em li vir perwerde dibînin. Ez kêfxweş im tevli perwerdeyek wiha bûme. Li vê derê em hemû jin bi hev re perwerdê li ser dîroka jinan û dîroka Êzidayetiyê dibînin. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ez hêvîdar im ku her jin xwe perwerde bike û cihê xwe di her karî de bigire. Berî perwerdê me nizanibûn biaxivin û em ji xwe ne bawer bûn lê piştî ku ez hatim vê perwerdê, min di her alî de pêşketin bi xwe re dît û ji xwe bawer bûm. Di vê perwerdeyê de em dikarin azarên di dilê xwe de bêjin û êşa ku jin dikîşînin bi hevalên xwe yên li vir re perve bikin. Banga min ji her malbatê re ew e ku bihêlin zarok û keçên wan tevli perwerdeyên wiha bibin. Ev der cihê naskirina çand û dîroka xwe ye. Divê jinên Êzidî xwe perwerde bikin û tevli xebatê bibin." 
“Li ser jinan bandora şerê taybet”
Emîra Revo jî guherînên bi perwerdê çêdibin wiha anî ziman: "Berê digotin divê jin tenê firaqan bişûn, malê paqij bikin û ji derveyî malê dernekevin lê piştî me xwe perwerde kir, êdî ne wek berê ne, em dikarin bi tena xwe biçin her derê. Em niha li vir yazdeh jin bi hev re perwerde dibînin û bi hev re dijîn. Perwerdeya me dê deh roj bidome û em gelek kêfxweş in ku niha li vir amade bûne. Her wiha îro jî waneya me li ser şerê taybet bû û şerê teybet çawa li ser jinan tê meşandin, ev cara yekem bû ku ez vê waneyê dibînim. Ez bang li xelkên li kampan jî dikim ku ew jî werin ser axa xwe. Ev ax axa wan e, ew der ne axa wan e. Bi taybetî divê ew jinên Êzidî yên li kampan werin tevli perwerdeyê bibin û xwe perwerde bikin." 
“Pêdiviya me bi perwerdê heye”
Ayla Îdo jî destnîşan kir ku weke jinên Şengalê pêdiviya wan bi perwerdê heye û wiha dom kir: “Ez wek jineke ku tevli vê perwerdeyê bûye gelek kêfxweş im û pêşketinê di kesayeta xwe de dibînim. Beriya fermanê jinên Êzidî perwerde nedîtîbûn, tiştek nizanibûn. Lê piştî fermanê xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe ava kirin. Divê jin xwe fêrî her tiştî bikin û di her warî de xwe perwerde bikin.”