Jinên Êzidî: Dewleta Tirk dixwaze bi êrişan fermanê temam bike

Jinên Şengalê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ser Şengalê gotin; “Îro Ereb, Êzidî bi hev re dijîn û di heman riyê de tekoşîn û berxwedaniyê dikin. Dewleta Tirk ji bi êrîşên hovanê dixwazê fermanê temam bikê û Şengalê belav bikê.”

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal Di 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengal bi destê çeteyên DAIŞ’ê Fermana 74 jiyan kir. Di encama wê fermanê de 360 hezar Şengalî ketin riya koçberiyê, di hezaran Êzidî ji hatin qetilkirin û bi hezaran jî piraniya wan jin û zarok hatin revandin. Fermana 74’an a bi destê DAIŞ’ê pêkhat ku armanca wî be Ezidî hiştina Şengalê bû ne gehişt armanca xwe. Gerillayê HPG, YJA-Star û şervanên YPG û YPJ’ê ew plana qirej ya bi deste devlata Tirk, PDK û Iraq hatibû çekirin bin xistin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal bi temamî ji DAIŞ’ê hate rizgar kirin.

Devlata Tirk û PDK yên ne serketina fermanê ji xwe re kirin derd û ew roj û ev roj e êrişên xwe yê li ser Şengalê kem nekirin. Her çare jin, ciwan û peşengên Êzidxanê hatin hedef girtin û di êrişan de hatin qetilkirin. Di demek ku  9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê nezîk dibe, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dîsa êrişî Şengalê kir. 

Balafireke bêmirov û çek a dewleta Tirk duh li seyareyeke ku ji bajarê Şengalê diçû Serdeşt a çiyayê Şengalê bombebaran kir û di encamê de ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero yê ji eşîra Zendînî jiyana xwe ji dest da. 

Xelkê Şengalê li dijî êrişan bi hêrs e

Me nerîna endam û rêveberên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê  girtin. Jinan diyar kirin ku êrişa li Şengalê bi hevkariya dewleta Iraqê û dewleta Tirk bir hev re pek hatiyê. Jinan ew êriş şermezar kirin û soza tekoşîn û tol rakirinê dan.

‘Însanetî nema ye’

Endama TAJÊ Neam Xelef da zanîn ku Iraq, Tirkiyê û PDK dijminatiya xwe ya li hemberî Êzidiyan didominin û wiha got: “Hedef û armanca dewleta Tirk ku ji xwe dijminê me ye, temamkirina fermanê ye. Tu cudahiya dewleta tirk ji DAIŞ’ê nîn e heta jê jî xirabtir e. Em kes û aliyên ku li hemberî êrişa dewleta tirk bê deng û bê helwest e şermezar dikin. Kesê ku şehîd bû ciwaneke Êzidî bû û lazim e hemû Êzidî li dijî vê yekê derkeve. Kesên ku dibînin û bê dengin bila kor bibin. Kerîm neçûbû deriyê kesî û şerê kesî nekiribû, di çiyayê xwe de jiyan dikir. Her roj dayik li ser cenazeyên zarokên xwe disekirin, ka zemîrê insanan. Însanetî nemaye, xweda heqê me hemûyan ji dijminê hov bibe.”

‘Tişta DAIŞ nekir îro dewleta Tirk dixwaze bike’

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Cîhan Celo jî ji mere axivî û da zanîn ku bi pakrewanan ew bihêztir dibin û asta tekoşîna xwe bilind dikin û wiha got: “Di kesayeta Şehîd Kerîm de em hemû şehîdan bibîr tînin. Şehadeta her kesekî li ser vê axê ji bo me êşeke. Lê belê cihê soza xwe dûbare kirinê ye û soza bilindkirina tekoşînê em didin. Em van êrîşan û fermanê ji hev qut nakin û berdewamiya wê dibînin. Kesên ku li ser vê axê tekoşîn kirine û ev civak û ax parastine dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk. Tişta ku DAIŞ nekarî bike îro dewleta Tirk dixwaze bike. Dixwazin Şengal ji Êzidiyan vala bikin. Şengal bê Êzidî nabe û Êzidî jî bê Şengal nabe.”

Soza tolhildanê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Cîhan Celo da zanîn ku ew ê tekoşîna xwe ta tol rakirinê bidomînin û wiha got: “Hedefa rêveberiya xweser ew e ku hemû pêkhateyên Şengal di Şengal de bi hev re jiyan bikin. Îro Ereb, Êzidî bi hev re dijîn û di heman riyê de tekoşîn û berxwedaniyê dikin. Ji bo wê jî rojane em dibînin ku gelên Ereb û Êzidî têne şehîd kirin. Niha her kes di nava pêşwazî kirina sala 9’emîn ya rizgarkirina Şengalê de bûn. Civakê amadekariyên iahî û morala dikirin. Ji ber ku rizgar kirina Şengal ne rojek ji rêzê ye. Dijmin dixwazin kêfxweşiya me li me bikin iîn. Dema fermana 2014’an jî roja cejnê bû êrîşî civaka me kirin. Beriya salekê jî di roja rizgar kirina Şengalê de du şervanên me yên YBŞ’ê hatin hedef girtin û şehîd kirin. Li hemberî van êrişan em soza tolhildanê didin û em dibêjin ku bi van êrîşan em bêhêz nabin.”