Jinên Êzîdî: Biryara girtina PADÊ plana dewleta Tirk û PDK’ê ye

Jinên Êzidî bertek nîşanî biryara Iraqê ya ji bo girtina PADÊ dan û diyar kirin ku PADÊ bi xwîna şehîdên wan hatiye avakirin, her wiha destnîşan kirin ku biryara girtina PADÊ bi plana dewleta Tirk û PDK’ê pêk hatiye.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal- 3 roj piştî 10’emîn salvegera fermanê di 6’ê Tebaxê de Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê biryara girtina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da. Li dijî biryara Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ji gelek aliyan ve bertek hat nîşan dan.  Jinên Êzidî ev biryara ku hikumeta Iraqê daye bi tundî şermezar kirin û gotin ku PADÊ bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û tu kes nikare pêşiya wan bigire.

‘Em ê xwedî li partiya xwe derkevin’

Endama Meclisa Xweser a Sinûnê Edûl Şemo diyar kir ku hikûmeta Iraqê heta niha ji bo fermanê tiştek nekiriye lê ji bo girtina PADÊ bi dewleta Tirk û PDK’ê re lihevkiriye û wiha got: “Fermana 2014’an de bi hezaran jinên Êzidî ketin destê DAIŞ’ê, zarokên me kuştin. Niha bi hezaran jinên me destê DAIŞ’ê de ne û bi hezaran hestiyên me hîn di gorên komî de ne lê hikûmeta Iraqê heta niha çi ma ji bo vê tiştek nekiri lê çi kir bi dewleta Tirk û PDK’ê re lihevkir û PADÊ girt. Nikarin vê îradeyê bişkînin, nikarin îradeya dayik, jin û xortên Êzidiyan bişikînin. Em îro xwedî îrade ne, em xwedî hêz in, em xwedî fikr in. Bila baş bizanibin careke din yek nikare me têk bibe. Em hêz û qeweta xwe dinêrin, kes nikare îradeya me, fikrek li pişt me heye. PADÊ bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em bi keda şehîdan, keda dayik, keç û xortên Êzidî li ser piya ne. Ev 10 sal derbas bû û hikûmeta Iraqê dest da destê tirkan û biryara girtina PADÊ da. Em ê dîsa partiya xwe ava bikin û xwedî li PADÊ derkevin. Em ê bi hêz, îrade, têkoşîn û berxwedana xwe dîsa partiya xwe ava bikin û tu kes nikare pêşiya me bigire.”

‘Dewletên derve Iraqê ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel jî da zanîn ku dê bi têkoşîn û berxwedana xwe partiya xwe bi Iraqê bidin qebûl kirin û ev nirxandin kir: “Hemû dinya dizane partiya PADÊ ku di sala 2017’an de hat avakirin û 3 caran tevli hilbijartina li Iraqê bû û fermî bû hat girtin. Kî vê partiyê ava kir, civaka Êzidî, keç û xortên Êzidî, kesên ku ji fermanê xilas bûn PADÊ ava kirin. Partiya PADÊ partiyeke siyasî ye û mafê civaka Êzidî heye ku li Iraqê siyasetê bide meşandin û xwe bi rêve bibe. Yek ji plana Erdogan ku di meha Nîsanê de hatibû Iraqê girtina PADÊ bû. Yek ji bazara ku Erdogan li gel hikûmeta Iraqê kiribû ev bû. Ev plana Tirkiye û PDK’ê bû û bi hikûmeta Iraqê re li hev kirin. Ne tenê PADÊ li gel wê du partiyên din ên kurdan jî hat girtin ku ji bo mafê gelê xwe tev digeriyan. PADÊ ji aliyê civaka Êzidî ve hat vekirin û yê ku vê rêve dibe jî civaka Êzidî ye, ne kesek din e. Hikûmeta Iraqê baş dizane PADÊ kî ye û ji aliyê kî ve hatiye avakirin. Tu îradeya hikûmeta Iraqê nema ye û dewletên derve li gor berjewendiya xwe wê bi rê ve dibin. Mafê me heye ku em li Iraqê ji her milê ve xwe bi rê ve bibin. Evm dixwazin ku hikûmeta Iraqê ji biryara xwe vegere. Ger venegere jî em ê bi îrade, hêz, têkoşîn û berxwedana xwe partiya  xwe bi Iraqê bidin qebûlkirin.”