Jinên Çerkez: Me komkujiyê jibîr nekir û em jibîr nakin

Jinên çerkez yên ku li Minbiçê dijîn salvegera komkujiya Çerkez a ku 21 Gulanê di sala 1864’an ji aliyê Çarê Rus hatiye kirin bibîranîn. Jinan diyarkirin ku rûxmê 159 sal ser derbas bûye hîn jî bîrîna komkujiyê nehatiye pêçandin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Minbiç - 21 Gulanê di sala 1864’an komkujiya Çerkezan ango sirgûna çerkezan tê naskirin ji aliyê Çarê Rusyayê tê pêknanîn. Gelê Çerkez yê ku bu çand û nasnama xwe li welatê xwe jiyandikirin li hember polîtîkayên Çarê Rus yen bûyîna xiristiyan û Rusî li berxwe dan û bi komkujiyê re rûbûrû hatin. Divê komkujiyê herî kêm  500,000-750,000 kes jiyana xwe ji dest dane û yên ku ji komkujiya sax filitîn hatin sirgûnkirin. Jinên Çerkez ên li Minbicê bi boneya salvegera komkujiyê axivîn û destnîşan kirin ku ew komkujiyê jibîr nekirine.

‘Dê û bavên min qala komkujiyê dikirin’

Hana Hatûtî ya 75 salî ku ji pêkhateya Çerkez e û li Minbiçê dijî wiha got: "Hê jî tê bîra min ku dê û bavên me der barê koçberiya Çerkezan de hûrgiliyên wê bîranîna bi êş ji me re digotin. Di serdema desthilatdariya Çarê Rusyayê  de ji cih û warên xwe gelek bûne û gelek êş kişandin e, ji xwe gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane."

Hana Hatûtî Wê jenosîda ku çerkezên ku di bin şeklê eşîrên wek Abzag, Qabartay, Jancans û Qercey de li ser zincîre çiyayên Kafkasyayê ku li ser sînorê parzemîna Asya û Ewrûpayê hatine belavkirin, şermezar kir.

‘Dîrok bû şahîdê diaspora herî mezin’

Têkildarî hûrgiliyên qirkirin û sirgûnkirina Çerkezan, Endama Komeleya Xêrxwazî ​​ya Çerkez a Minbicê yê Bakurê Rojhilatê Sûriyê Rebîha Elîas got: “Roja 21 komkujiya Çrekezan e di eynê wextê roja ku em ji Minbiçê koçber bûne. Welatê me diasporek pir mezin jiyan kir li Bakurê Kafkasyayê di navbera salên (1763-1864) de şerekî ku di dîrokê de yek ji şerên herî bi xwîn hatiye binavkirin û bi sed hezaran Çerkes û gelên din ên herêmê hatin koçberkirin.”

‘Dê û dapîrên me ji bo axa xwe biparêzên li berxwe dan’

Rebîha Elîas di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 100 salî ya Çerkezan û wiha pê de çû: "Em gel in ku bi hêsanî dest ji axa xwe bernadin. Dê û dapîrên me ji bo parastina xaka xwe 101 sal li ber xwe didin. Çarê Rusyayê dixwest axa me dagir bike. Cihê Kafkasyayê, ku li qiraxa deryaya Xezerê ye, xwedî girîngiyek mezin e, ji ber ku ew girêdana di navbera Asyaya Navîn û Ewropayê de ye, koçberên mirovan ber bi rojava ve derbas bûne û şaristanî di nav wê de çûne, daristan û deşt pir in. ji ber barana zêde, çandiniya her cure çandiniyê berbelav e, ji bilî dewlemendiya bin erdê ya gaz û petrolê.”

Rebîha Elîas wiha behsa komkujiya ku li ser gel hatiye meşandin dike"Çarê Rusyayê siyaseta guhertina demografîk şopand û nêzîkî milyonek û nîv kes koçberî herêmên di bin kontrola Împaratoriya Osmanî de bûn. Jin di wê demê de rastî her cure binpêkirinan hatin e. ji tirsa zayîna nifşek nû ku dê li dijî wan bisekinin Zikê jinên ducanî bi amûrên tûj vekirin e, fetisandin û kuştin. Piştî ku mêr, bav û bira hatine kuştin gelek jin berê xwe dane cih û warên nas nakin da ku jiyana zarokên xwe rizgar bikin. Dema ku Rusyaya Çarî ev yek fêm kir, bi tankan li pey jinan ket. Jinan kefen danîn ji bo ku li ser axa xwe bimirin."

‘Osmani Çerkezan wek mertal bikar anî ’

Rebîha Elîas amaje bi wê yekê kir ku Çerkezên mane jî li ser Deryaya Reş koçber bûne û wiha dirêjî da gotinê xwe: "Rûsya ji bo ku Çerkezên li ber deryaya reş qetilbikin bi lîstokekî wan li keştiyê bi cîh dike piştre keştî qul dike da ku di hûndirê keştiyê de kî hebe din av avê de bixeniqin. Heta niha Çerkez mahsiyên deryaya reş naxwin ji ber ku wisa dihesibînin ku ew mehsî goştê mirovên wan xwarinê. Çerkezan di behra reş de muman vêdixin û gulan diavêjin. Osmaniyan Çerkesan di eniya şer û şerên xwe de wek ji bo berjewendiyê xwe çerkezan we mertalên zindî bi kar anîn da ku ji wan xilas bibin.yên man jî sirgûnî Sûriye, Urdun, Filistîn û Iraqê hatin kirin. Ez aniha dixwazim  vegerim welatê xwe û li wir hemû Çerkezan bibînim.”