Jineke 30'î salî xwe ji avahiyekê avêt
Jina bi navê (H.F) ya 30 salî li taxa Çarçira ya Silêmaniyê xwe ji qata 5’ê ya avahiyek hîna nehatî temam kirin de avêt xwarê. Heta niha nayê zanîn ka ji ber çi sedemê xwe avêtiye xwarê.
Silêmanî- Li taxa Çarçira ya Silêmaniyê îro danê siharê jina bi navê (H.F) ya temen 30 salî xwe ji qata 5’ê ya avahiyekî nehatî temam kirin de avête xwarê. Li gorî agahiyên Berpirsê Beşê Lezgîn a Nexweşxaneya Silêmaniyê dane diyarkirin, jina xwe ji binahiyê avêtî xwarê niha li Nexweşxaneya Şar di bin çavdêriya bijîşkan de ye û rewşa tenduristiya wê xerab e.