Jinek ciwan ji Efganistanê bang dike: Em ji Talîbanê bihêztir in
Jina ciwan Sadif Ahmedî ku li çiyayên Efganistanê dijî, yek ji jinên bi milyonan Efganî ku bi hatina Talîban re jiyana wê tevlîhev bûyî ye. Sadif ketiye depresyonê, paşê de baş bûye, niha jî derûniya bi sedan jinan baş dike.

BAHARAN LEHÎB
Kapîsa – Di salên dawî de jinên Efganistanê, di qadên perwerde, xebat û beşdariya civakî de rastî qedexeyên cidî tên. Zagon û fermanên ku rêveberiya Talîban derxistin, qadên tevgera jinan teng kiriye. Ev rewş li seranserê welat bandora neyînî li jiyana civakî, aborî û çandî ya jinan kiriye. Tevî van şertên zor, gelek jin bi rêyên cûda têkoşîna xwe didomînin. Xebatên wek bernameyên perwerdê yên ne fermî, torên biçûk ên destekê, çalakiyên çandî û xebatê hişyariya civakê hinek ji vana ne.
Jina ciwan Sadif Ahmedî ku li herêma çiyayî dijî wiha dibêje: “Ez yek ji keçên Efganistanê me ku êş dîtine. Ez li wîlayetak ku Talîban lê serdest e, dijîm.”
‘Talîban ji me ditirse’
Sadif Ahmedî dema ku Talîban hatî ser desthilatê wiha anî ziman: “Ez dema Talîban Efganistan dagir kir û rêveberî xist destê xwe, xwendekara pola 10’an bûm. Hemû jin ji mafên xwe yên bingehîn bê par man. Destpêkê ez gelek êşiyam, derûniya min têk çû. Nêzî salekê nehatim ser hişê xwe. Rojekê çûm ber neynikê min ji xwe re got; tu keçek î, Talîban nikare moralê te xirab bike, ger îro te ji mafê te bê par dihêle, ji ber ku ji te ditirsin e. Ji ber ditirsin ku rojekê jin rêveberiya wan ji destê wan bigrin û pêşeroja xwe ava bikin.”
‘Min kabusên wan pêk anîn’
Sadif Ahmedî biryar dide ku jiyana xwe ji nû ve bi şêwe bike û dibêje: “Min xwest kabusê Talîban pêk bînim. Min serlî li dibîstanek onlîne da. Asta min a perwerdê ketibû, yên din zanîngeh temam kiribûn, lê belê ez tenê di pola 10’an de bûm. Min pêvajoya yek mehî ya ceribadinê bi serkeftî derbas kir. Piştre li gundê xwe min 40 xwendekarên keç kom kirin, min hemû teşwîqî xwendinê kirin.”
‘Jin bi hêz in, Talîban ji me ditirse’
Sadif Ahmedî bang li keçên gundê xwe kir û got: “Ger hûn keç bin, divê Talîban ji we bitirse, ne ku hûn ji wan bi tirsin. Talîban jî mirov in, lê belê em jin hê bihêztir in. Werin em dest bidin destê hev, fikrên nerênî bidin aliyekê û bi hêvî bibin.”
Sadif Ahmedî bi vê motovasyonê dest bi ders dayînê kir û xebatên xwe kir du beş: Beşa yekem, desteka perwerda ji bo keçên ku ji neçarî terka dibistanê dane, ya duyemîn jî, dersa xwendin û nivîsandinê ji bo yên ku qet nezanin.
Niha nêzî 100 xwendevanên wê hene. Ev salek e di dibistana online de bi awayek aktîv dersê dide û xwendekar bi hevesek mezin perwerde dibînin.
‘Talîban bi caran em lêpirsîn kirin’
Sadif Ahmedî bal kişand ser zextên Talîbanê û wiha got: “Ji ber ku me li gundê xwe pol vekiriye, bi caran hatim lêpirsînkirin. Heta dibistanên olî ku ji aliyê jinan ve hatine vekirin jî hatin lêpirsînkirin. Çend caran hatin polên me ji me pirsîn, hûn Îngilizî fêr dikin an jî zanistê? Li her cihî û bi taybetî li gundan li pêşiya perwerdeya jinan dibin asteng. Tenê ew û zarokên wan dikarin bixwînin. Hinek caran me ji wan re got ev der dibistana olî ye. Em dersên xwe bi awayek veşarî didin.”
‘Ez bi pênûs û lênûsa xwe cardim hatim dinê’
Sadif Ahmedî pêvajoya pêşketina xwe wiha anî ziman: “Rojekê cardin ez çûm ber neynikê. Min ferq kir ku êdî min hêvî daye 100 keçan, baweriya ku wan winda kiriye min dîsa da wan. Piştre min ji xwe pirsî; te çi kir? Bersîv diyar bû, ez bi pênûs û lênûsa xwe cardin hatim dinê. Di şevên zivistanê û demên bê hêvî de tekane dostê min pênûsa min bû. Min dest bi nivîsînê kir. Min çîrok û helbest nivîsî. Ez ji bo dayîk, keç û jinên Efganistanê ku êşê dikşînin dinvîsîm. Ez dixwazim dengê wan bighînim dinyayê. Ev 8 meh in ez helbestan dinvîsîm û xebatên xwe bi biryardarî didomînim.”
‘Netirsin şer bikin!’
Sadif Ahmedî peyamek jî da jinên Efganî û wiha got: “Ji Talîbanê netirsin. Hûn avakerên civakê ne. Ger hûn nebin civak jî dê nebe, dinya jî. Ger jin hebe, jiyan, hezkirin û hêvî heye. Netirsin. Tenê daxwaz têr nake, ji bo mafê xwe têbikoşin. Yekî/a ku dakeve qada şer, tenê daxwaz nake, şer jî dike. Dema têkoşînê birîndarbûn, ketina nava toz û axê jî heye. Lê belê wê demê hûnê bixwazin bijîn, hunê hezkiriyên xwe û pêşeroja xwe bi fikirin. Wê demê hûnê bi biryar bin ku dijminê xwe têk bibin. Tenê xwestin têr nake, ji bo gihîştina wê, şer lazim e.”